Di êrişa li Minbicê de 4 şervan û welatiyek şehîd bûn

Dema şervanên Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hewl didan 2 zarokên ji ber topbaranan birîndar bûne rizgar bikin, balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker êriş pêk anî. Di encamê de 4 şervan şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn. Hemwextî wê balafireke din a bêmirov welatiyek li nêzî gundê Ereb Hesen şehîd xist.

Di êrişa li Minbicê de 4 şervan û welatiyek şehîd bûn
14 hezîran, 2023   09:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker û şehîdbûna 4 şervanan û welatiyekî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin:

"Dema şervanên Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hewl didan 2 zarokên ji ber topbarana hêzên dagirker li mezreyeke li gundê Dendeiyê yê bakur rojavayê Minbicê birîndar bûbûn, rizgar bikin 4 şervan şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn

Ji vê sibehê ve, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundê Dendeniyê topbarna dikin, di encamê de 2 zarok birînda rbûn. Dema komek ji şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hewl dida xwe bigihînin birîndaran û rakin nexweşxaneya Minbic, balafireke bêmirov a dagirkeriyê ew bombebaran kir. Di encamê de 4 şervan şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn. Her wiha li gundê Ereb Hesen jî balafireke bêmirov a dagirkeriyê maleke bombebaran kir, di encamê de welatiyek şehîd bû."

(fr)