Rêveberiya Xweser a Firatê zêdetirî 43 hezar ton genim wergirt

Rêvebeirya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê heta niha zêdetirî 43 hezar ton genim ji cotkaran weregirt û piştî depoyên li 4 navendên wergirtinê tijî bûn, navenda Era jî vekir.

Rêveberiya Xweser a Firatê zêdetirî 43 hezar ton genim wergirt
Rêveberiya Xweser a Firatê zêdetirî 43 hezar ton genim wergirt
Rêveberiya Xweser a Firatê zêdetirî 43 hezar ton genim wergirt
14 hezîran, 2023   09:18
KOBANÊ

Depoyên herêma Firatê ji bo wergirtina genim ji cotkaran di 22′yê Gulanê de deriyên xwe vekirin û heta 10 rojan dewam kir.

Mîqdara genimê heta niha ji hêla rêveberiya depoyên girêdayî Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Herêma Firatê hatiye wergirtin zêdetirî 43 hezar ton e. Piştî depoyên Çelebiyê, Rofî û Sirînê tijî genim bûn, navenda Era li nêzî wê hate vekirin û genim di tûran de wergirt.

Li herêma Firatê 4 depo hene; Rofî, Çelebiyê, Kalta û depoyên Sirînê. Depoya Sirînê beşek ji wê ji ber wêrankirina di dema dagirkirina çeteyên DAIŞ′ê ji herêmê re ji xizmetê derket.

Ji ber dagirkirinê tevahî depoyên dexlûdanan ên li kantona Girê Spî; Mişêrfê, Eyn Îsa û Qizelî ji xizmetê derketin. Li gorî wê aliyên têkildatî cotkaran a gundewarên kantona Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê berhemên xwe sewqî navendên wergirtinê yên Reqa û herêma Firatê kirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bihaya kirîna kîloyek genim bi 43 sentan û kîloyek cehn 35 sentan diyar kir.

(fr)

ANHA