Yekitiya Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê turnuvaya kişikê li dar xist

Yekitiya Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê turnuvaya kişikê ya jin û mêran li Reqayê li dar xist.

Yekitiya Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê turnuvaya kişikê li dar xist
11 hezîran, 2023   18:55
REQA

Turnuva li navenda Firat a başûrê Reqayê bi beşdariya lîstikvanên herêmên Cizîr û Firatê, Tebqa, Reqa, Dêrazor û Minbicê hat lidarxistin.

Di serî de hevserokê Yekitiya Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bozan Berkel bixêrhatina beşdaran kir û lidarxistina vê turnuvayê pîroz kir.

Berkel got: "Turnuvaya kişikê ji aliyê Komîteya Ciwanan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatiye organîzekirin ku tê de 6 herêm Cizîr, Firat, Tebqa, Minbic, Reqa û Dêrazorê beşdar bûne."

/ar/uploads/files/2023/06/11/135831_alawla-mn-nwaha..-alathad-alryadhy-fy-shmal-wshrq-swrya-ynzm-btwlh-llshtrnj-28629.webp

Ev turnuva dê 3 rojan bidome ku dê ji saet 10:00'ê sibê heta 05:00'ê êvarê li dar bikeve û tê de dê maçên komî û yên yekî bi rê ve biçin.

Di roja yekemîn de hevrikî di navbera lîstikvanên beşdar de germ bû, ku her tîmek li gor pişkê ji aliyê jûrî ve hat diyarkirin. Piştî bidawîbûna pêşbirkê ku dê 3 rojan berdewam bike, jûrî kesên serkeftî diyar dike û xelat dike.

(mh/şx)

ANHA