​​​​​​​Kargeha lêvegera kartonan

Rêveberiya Xweser ji bo pêşxistina pîşesaziyê û avakirina kargehan gavên nû diavêje. Yek ji wan projeyan jî kargeha lêvegera kartonan e.

​​​​​​​Kargeha lêvegera kartonan
​​​​​​​Kargeha lêvegera kartonan
​​​​​​​Kargeha lêvegera kartonan
​​​​​​​Kargeha lêvegera kartonan
​​​​​​​Kargeha lêvegera kartonan
​​​​​​​Kargeha lêvegera kartonan
​​​​​​​Kargeha lêvegera kartonan
​​​​​​​Kargeha lêvegera kartonan
​​​​​​​Kargeha lêvegera kartonan
​​​​​​​Kargeha lêvegera kartonan
11 hezîran, 2023   02:50
HESEKÊ - HENAR ÎBRAHÎM

Rêveberiya Xweser di çarçoveya feraseta “xwerêvebirin û têrkirinê” de li ser aboriyê projeyên nû pêş dixe. Yek ji van jî kargeha lêvegera kartonê ya Çiya ye. Kargeh girêdayî Rêveberiya Kargehên Hilberîner a Desteya Aboriyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Kargeh, li ser asta herêmê ya yekemîn e. Bi rêbaz û teknolojiya pêşketî dixebite. Rojane 75 ton karton û kaxizan dubare saz dike. Bi vekirina vê kargehê re, hejmara kargehên li herêmê vebûne, bû 11.

Desteya Aboriyê ji vekirina kargehê li Hesekê armanc dike hilberandina pîşesazî ya xwecih zêde bike, derfetên kar peyda bike û ji bermahiyên kaxizan xilas bibe.

Kargeh, bermahiyên karton û kaxizan dubare saz dike. Berovajî kargehên çêkirinê, kargeh zirarê nade jîngehê.

/kr/uploads/files/2023/06/10/192010_-.webp

Li gorî çavdêrê giştî yê Kargeha Çiya Malik Cemîl, kargeh bi sedan derfetên kar ji xelkê herêmê re peyda kirin.

Malik Cemîl wiha domand: “Di kargehê de 250 karker kar dikin. Kargeh ji 3 beşan pêk tê; beşek kaxizan çêdike, beşa din dike karton û beşa sêyem a dîzayn û çapkirinê ye.”

Cemîl da zanîn ku gelek cureyên kartonan hene û li gorî bikaranîna kartonê cureya wê tê diyarkirin.

Her wiha Cemîl bi bîr xist ku kargeh gelek cureyên kaxizan çêdike û li gorî daxwaza muşteriyan tê guhertin.

Kargeh rojane zêdetirî 25 ton karton û kaxizan dubare saz dike. Rêjeya hilberandinê jî rojane 75 ton e.

(şx)

ANHA