​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-6-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-6-2023
10 hezîran, 2023   23:00

Jinên ji pêkhateyên cuda yên Minbicê destnîşan kir ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê li qadan bin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê Semîre Hec Elî got dê civîneke salane ji komîteyên perwerdeyê re li dar bixin û planên sala xwendinê ya 2023-2024’an diyar bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêveberiya Xweser ji bo rêgeza xwetêrkirinê, peydakirina derfetên kar û teşwîqkirina projeyên aborî, bi pêşxistina pîşesaziyê û avakirina kargehan gavên nû diavêje. Yek ji wan projeyan jî kargeha dubaresaziya kartonan e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Erebistana Siûdî ji bo ku tev li koma BRICS bibe, wek gava pêşîn dan û standin dike da ku tev li Banka Pêşketinê ya Nû bibe ku koma BRICS’ê ava kiriye. Di heman demê de çavdêran da zanîn wezîrê Karên Derve yê Amerîka di hevdîtina hevkarên xwe yên Kendaviyan de ew dilrehet kirin.

Çalakiya konvedanê ya li bajarokê El Sawe yê rojavayê Dêrazorê berdewam e saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê şehîdên mehên Nîsan, Gulan û Hezîranê bi bîr tîne saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Werzîşê ya Reqayê turnuvaya şatrancê ya mêr û jinan li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA