Panaromaya hefteyê: Siûdî dixwaze tevlî BRICS’ê bibe, fikarên Amerîkayê yên li Kendavê

Erebistana Siûdî ji bo ku tev li koma BRICS bibe, wek gava pêşîn dan û standin dike da ku tev li Banka Pêşketinê ya Nû bibe ku koma BRICS’ê ava kiriye. Di heman demê de çavdêran da zanîn wezîrê Karên Derve yê Amerîka di hevdîtina hevkarên xwe yên Kendaviyan de ew dilrehet kirin.

Panaromaya hefteyê: Siûdî dixwaze tevlî BRICS’ê bibe, fikarên Amerîkayê yên li Kendavê
11 hezîran, 2023   04:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hefteya borî de bal kişand ser gelek mijarên girîng ên cîhan û Rojhilata Navîn mijûl kirine.

 ‘BRICS BERFIREHTIR DIBE Û PEYAMEK JI BO ROJAVA’

Rojnameya El Ereb îro li ser hewldanên Erebistana Siûdî yên ji bo beşdarbûna BRICS’ê wiha nivisî: “Erebistana Siûdî da ku tev li koma BRICS bibe, wek gava pêşîn dan û standin dike da ku tev li Banka Pêşketinê ya Nû bibe ku koma BRICS ava kiriye. Ev kom ji Brazîlya, Rûsya, Hindistan, Çîn û Afrîkaya Başûr pêk tê.

Endamtiya Riyadê nîşan dide ku bank li hember keysbazkirina rojava ya saziyên malî yên cîhanê, disekine.

Dibe ku giraniya malî ya Siûdiyê, roleke pêşengtir di fînanseya piralî de bide bankê û planên komê ji bo avakirina sazûmaniyên malî yên alternatîf hêsan bike ku ne di bin kontrola Washingtonê de bin.”

′KÎ DILÊ KÊ RIHETDIKE: BLINKEN JI KENDAVIYAN RE GOT WASHINGTON BI HEVKARÊN XWE YÊN LI HERÊMÊ VE GIRÊDAYÎ YE′

Rojnameya El Ereb a Londonê li ser serdana wezîrê karên derve yê Amerîkayê ji Erebistana Siûdî re wiha nivîsand: "Wezîrê Karên Deve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) roja çarşemê li Riyadê ji wezîrên kendaviyan re got, welatê wî têkildarî hevkarên xwe yên li herêma Kendavê bi helwesta xwe ya berê ve girêrdayî ye. Ev yek asta fikarên Amerîkayê ji guherînên di helwestên hevkarên xwe yên kendavî de nîşan dide.

Li gorî çavdêran Blinken di hevdîtinên li gel hevkarên xwe yên kendavê de xwest dilê wan rihet bike û bide nîşandan ku welatê wî dê li gel an be û dê hevditînên wî li welîehdê Erebistana Siûdî Mîr Mihemed Bin Selman sînordar nemîne. Çavdêr destnîşan dikin ku ev hemû nîşan didin ku Amerîka ne tenê ji helwestên Siûdiyê bi fikar e, lê dibe ku ev yek hêrs fireh bibe û derbasî dewletên din be. Ev yek di demekê de pêk tê ku kendavî ji hişyariyên Washingtonê rizgar bûn."

 ‘WASHINGTON Û TEHRAN PÊKHATINA LIHEVKIRINEKE NUKLEERÎ DEREWAND’

Rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivisî: “Washington û Tehranê raporên ku behsa pêkhatina lihevkirineke nukleerî ya demkî li beramber sivikirina cezayan dikin, derewandin.

Nayê veşartin ku ji dema dan û standinên nukleerî yên neyekser ên bi Îranê re têkildarî vejandina lihevkirina nukleerî (plansaziya giştî ya hevbeş a 2015`an) têk çûne, rayedarên amerîkî û ewropî li rêyan digerin da ku bernameya nukleer a Tehranê pratîk bikin.

Ji bo rawestandina dan û standinan bi Îranê re li Rêveberiya Biden zext tê kirin. 35 parlamenterên amerîkî yên demokrat û komarparêz, nameyek ji rêveberên brîtanî, fransî û alman re şandin û bang li wan kir ku li gorî plansaziyeke giştî ya hevbeş a kar, yekser dest bi mekanîzmaya vegera jixweber bikin. Tê zanîn ku Brîtanya, Fransa û Almanya tenê dikarin dest bi vê mekanîzmayê bikin ku cezayên NY`yê yên li ser Îranê bi dawî bikin.”

′RÛSYA LI AFRÎKAYÊ YE: DEMA VEGERANDINA SERWERIYÊ HATIYE′

Li ser rewşa Afrîkayê rojnameya El Exbar a Lubnanê wiha nivîsand: "Di van hefteyên dawîn de li parzemîna Afrîkayê pêşbirkeke nû ya Rûsya-rojavayiyan heye. Ew yek di gera wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov de aşkera bû. Hemwextî wê gerê wezîrê karên derve yê Ukraynayê Dmytro Kuleba jî pêk hat, her wiha li Mexrib, Etiyopya û Rwandayê jî geriya.

Dîplomasiya Rûsyayê ya niha ji bo Afrîkayê bi armanca vegera li parzemînê û firehkirina rûbera tevgera Moskovê ya navneteweyî û sekna li hember hewldanên DYA′yê û îzolekirina wê ye. Li beramber wê jî Rûsya mezinbûna astengiyên hundirîn ên li parzemîna Afrîkayê baş dizane.”