YPG: Di êrişa balafira bê mirov de 3 şervan şehîd bûn

Navenda Ragihandinê ya YPG`ê ragihand ku di êrişa balafira bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker de li navçeya Ehdasê 3 şervan şehîd bûn û 2 din jî birîndar bûn.

YPG: Di êrişa balafira bê mirov de 3 şervan şehîd bûn
10 hezîran, 2023   17:37
NAVENDA NUÇEYAN

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Maratê û navçeya Ehdas erebeyek bombebarkiribû.

Der barê mijarê de Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Paratina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê ragihand ku di wê êrişê de 3 şervanên wê şehîd bûne û 2 din jî birîndar bûne.

YPG`ê di daxuyaniya xwe ev agahî parve kirin: “Îro piştî nîvro saet di 16 :45`an de balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker, êriş hêza me kir. Di encamê de 3 şervanên me şehîd bûn û 2 din jî birîndar bûn. Der barê nasnameya şehîdan de em dê piştre daxuyaniyekê bidin.” 

 (şx)

ANHA