​​​​​​​Dewleta Tirk a dagirker gundewarê Efrîn û Şehbayê topbaran dike

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek gundên Şehba û navçeyên Şera û Şêrawayê yên Efrînê topbaran dike. Di heman demê de balafirên keşfê li asîmanê Şehba û Efrînê digerin.

​​​​​​​Dewleta Tirk a dagirker gundewarê Efrîn û Şehbayê topbaran dike
10 hezîran, 2023   19:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Bêlûniyê yê herêma Şehbayê, gundê Şewarxe yê navçeya Şera û gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî topbaran dike.

Di encamê de agir bi zeviyên gundê Şewarxa ket. Hemwextî wê balafirên keşfê li asîmanê Efrîn û Şehbayê digerin.

(şx)

ANHA