Desteya Perwerdeyê plana sala bê diyar dike 

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê Semîre Hec Elî got dê civîneke salane ji komîteyên perwerdeyê re li dar bixin û planên sala xwendinê ya 2023-2024’an diyar bikin.

Desteya Perwerdeyê plana sala bê diyar dike 
11 hezîran, 2023   01:27
REQA-EHMED EL ESAF

Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser sala xwendinê ya 2023′yan bi dawî kir û piştre dê xebat li ser danîna planên pêşerojê û pêşxistina pergala perwerdeyê ya sala bê werin destpêkirin.

Li ser xebat û planên Desteya Perwerdeyê ya bê ajansa me bi hevseroka Desteya Perwerdeyê Semîre Hec Elî re hevpeyvînek çêkir.

Li ser planên têkildarî kadroyên perwerdeyê Semîre wiha got: "Dê di havînê de dewreyên perwerdeyê ji tevahî mamosteyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re, dewreyên ji komîteyên perwerdeyê û fêrkirinê re werin vekirin, da ku xebata perwerdeyê were pêşxistin."

Semîre wiha domand: "Dê perwerde, piştî herêman beş diyar kirin, li ser gelek qonax û beşan be. Li kêlek wê jî dewreyeke perwerdeyê ji mamosteyên branşan re were vekirin û tê de mijara nixandin û mijarên pewerdê hebin."

Li ser plana sala bê ya xwendinê di aliyê rêxistinî de Semîre wiha pê de çû: "Dê civînên salê bi rêveberiyên dibistan û komeleyên perwerdeyê re di her komîteyekê û Desteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de werin lidarxistin.”

Semîre wiha anî ziman: "Dema ev civîn li hemû herêman bi dawî bû, dê civîna salê ji Desteya Perwerdeyê û Fêkirinê û komîteyên wê yên li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re were lidarxistin."

Têkildarî projeyên desteyê yên sererastkirin û rêbazên perwerdeyê, Semîre destnîşan kir ku Desteya Perwerdeyê budçeya giştî erê kir û niha projeyên çareyeka duyemîn ên here herêmekê; sererastkirin, restorakirin û avakirina odeyên havînê di pratîkê de ne."

Semîre pergala nirxandinê ya li hemû dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye nûkirin pîroz kir û got pergala nirxandinê ji bo herêmê û meteryalên Rêveberiya Xweser a baştirîn e.

Semîre Hec Elî di dawiyê de got: "Dê pergala nirxandinê di çarçoveya planên xebata desteyê ya sala nû de were pêşxistin. Li gorî kêmasiyên par derketine, lêkolîn di navenda lêkolînan a girêdayî desteyê de ji bo pêşxistina vê pergalê tên kirin."

(fr)

ANHA