Miqdad cara sêyemîn li Riyadê ye

Wezîrê Karên Derve yê hikumeta Şamê Feysel Miqdad careke din serdana paytexta Erebistana Siûdî Riyadê kir.

Miqdad cara sêyemîn li Riyadê ye
11 hezîran, 2023   07:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Feysel Miqdad li ser vexwendina hempêşeyê xwe yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan, çû vî welatî.

Li gorî nûçeya rojnameya El Wetan a girêdayî hikumeta Şamê, wezîrên karên derve yên welatên Komkara Erebî wê bi hempîşeyên xwe yên girevên Pasîfîkê re bicivin. Li gorî nûçeyê, wê rêveberiya Şamê jî beşdarî vê civîna duyemîn bê kirin û Miqdad ji bo vê yekê hatiye vexwendin.

Serdana Miqdad a li Erebistana Siûdî wê du rojan dewam bike.

Di nava 3 mehan de ev sê car in Miqdad serdana Riyadê dike. Serdana yekemîn 1'ê Nîsanê pêk hatibû. Di ya duyemîn de jî Miqdad beşdarî lûtkeya li Cedayê bibû.

Li gorî nûçeya El Wetan, Miqdad û hempîşeyê xwe yê Erebistana Siûdî wê mijarên hevbeş ên di navbera herdu welatan de jî nîqaş bikin.

(bb)