Yekitiya Parêzeran a Minbicê konferansa xwe ya sêyemîn li dar xist

Yekitiya Parêzeran a Minbicê bi dirûşma “Parêzerî têkoşîna ji bo bidestxistina edaleta civakî û parastina maf û azadiyan e” konferansa xwe ya sêyemîn li dar xist. Di konferansê de hevserokatiya yekitiyê û endamên desteya rêveber hatin hilbijartin.

10 hezîran, 2023   17:16
MINBIC

Konferans li hola Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê li dar ket. Di konferansê de endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, Meclisa Edaleta Civakî, Yekitiya Parêzeran, Rêxistinên Civaka Sivîl, partiyên siyasî, rûspiyên êlên herêmê û hevserokatiya Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn.

Di konferansê de, parêzer Xelîl El Ehmed axivî û bixêrhaitna beşdaran kir. Dûre şêwirmenda Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Mizgîn Mihemed axivî û rewşa siyasî nirxand.

Paşê hevseroka Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Beşîre Cemalûdîn perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê maf û qanûnan de xwendin.

Piştî wê hevserokê Meclisa Edaleta Civakî ya Minbicê Ehmed El Hesen axivî û got: “Parêzerî, pîşeyeke azad e ku bi dadgehê re, hewl dide ku bigihêje rastiyê û edaletê bi dest bixe. Divê parêzer, ji bo xurtkirina edaleta civakî kar bikin.”

Her wiha berpirsê lêkolîna zanistî ya yekitiyê Casim Osman rapora rêxistinî û malî ya yekitiyê xwendin. Di konferansê de desteyeke rêveber a nû ya yekitiyê hat hilbijartin ku Xelîl El Ehmed û Omer Berkel bûn hevserokê yekitiyê, Casim Osman, Mihemed Emîn El Ebo, Celal Meho bûn berpirsên lêkolîna zanistî, berpirsê xezîneyê û sekreterê giştî hatin hilbijartin. Di civîna yekemîn de dê erk li endamên nû bên ferzkirin.

Di dawiyê de endaman sondxwar û soza berdewamkirina erkê xwe ji bo bidestxistina edaleta civakî û pêşxistina civakê, dan.

(şx)

ANHA