“Konferansa jinên ciwan ji bo Rêber Apo” li dar ket

Yekitiya Jinên Ciwan bi dirûşma “Jin, jiyan azadî serbixe azadî” “Konferansa Jinên Ciwan ji bo Rêber Apo” li dar xist. Di dawiya konferansê de jinan soza şopandina rêya şehîdan dan.

“Konferansa jinên ciwan ji bo Rêber Apo” li dar ket
10 hezîran, 2023   17:29
TEBQA

Konferans li hola Lazord a Tebqayê li dar ket. Nûnerên Yekitiya Jinên Ciwan ji seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Jînda Yusif bixêrhatina beşdaran kir. Dûre Jînda peyama Rêxistina Jinên Ciwan xwend ku lidarxistina konferansê pîroz dike û hêviya serkeftinê jê re dixwaze.

/ar/uploads/files/2023/06/10/163701_jynda-ywsf.webp

Piştî wê der barê jiyana Rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna wî ji bo rizgarkirina cîhanê ji koletiyê û fikrê kapîtalîst, pêşkêşkirina projeya neteweya demokratîk de sinevizyonek hate pêşandan.

Her wiha dîwanê konferansê mijara azadiyê, zayendperestî, rêbazên xilasiya ji vê hişmendiyê, ji bo civakê têgeha azadiyê tê çi wateyê û azadî li gorî fikrê Rêber Abdullah Ocalan çi ye, nîqaş kirin.

Beşdarên konferansê têkildarî van mijaran, nêrîn û pêşniyarên xwe parve kirin.

Konferans bi encamnameyekê bi dawî bû ku xalên wê wiha ne:

Ji bo belavkirina fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan mezinkirina têkoşînê.

Ji bo belavkirina hişyariyê lidarxistina dewreyên vekirî û girtî.

Ji bo nîqaşkirina dozên jinan, veqetandina cihekî da ku jin lê kom bibin.

Praktîkirina komîteyên parastina cewherî.

Lidarxistina çalakiyan li dijî tundiya li ser jinan.

Ji bo parastina hawîrdorê, meşandina kar û xebatê û lidarxistina semîneran.

Praktîkirina komîteyên çand û hunerê yên jinan.

Di semîneran de balê bê kişandin ser rêbazên têkoşîna zayendî û xurtkirina hezkirina jinê.

Vekirina kampên jineolojiyê.

(şx)

ANHA