Mecîd Bekmez wefat kir

Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê da zanîn ku endamê Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mecîd Bekmez wefat kiriye.

Mecîd Bekmez wefat kir
10 hezîran, 2023   09:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê bi rêya hesabên xwe yên li ser medyaya dîjîtal nivîsek parve kir û got kesayeta êzidî û endamê Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mecîd Bekmez (Ebû Elî) di encama krîza dil de wefat kiriye.

Ebû Elî ji gundê Tolko ye û yek ji rûspiyên herêma Cizîrê ye. Mala Êzidiyan diyar kir ku wefata Ebû Elî ji bo welatiyên êzidî û hemû pêkhateyên herêma Cizîrê xisareke mezin e.

Mala Êzidiyan hûrgiliyên li ser cihê veşartina Ebû Elî û dîroka wê aşkera nekirin.

(fr)

ANHA