​​​​​​​Li Enqereyê di fabrîqeya teqemeniyan de teqîn

Li fabrîqeya roket û teqemeniyan a li Enqereyê de vê sibehê teqînek çêbû û herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest da.

​​​​​​​Li Enqereyê di fabrîqeya teqemeniyan de teqîn
10 hezîran, 2023   08:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li fabrîkeya roket û teqemeniyan a MKE’yê (Endustriya Makîne Kîmyayê) ya li navçeya Elmadag a Enqereyê ya paytexta Tirkiyeyê di beşa atolyeya hilberînê de teqînek çêbû.

Li gorî daxuyaniyên rayedarên dewleta Tirk a dagirker di teqînê de herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Der barê sedema teqînê de agahî nehatin dayîn.