Artêşa Tirk li Başûr 10 baregehên din çêdike

Artêşa dewleta Tirk a dagirker li derdora bajarokê Şêladizê yê Amêdiyê 10 baregehên din ên leşkerî ava kirine û gel neçarî koçberiyê dike.

Artêşa Tirk li Başûr 10 baregehên din çêdike
10 hezîran, 2023   10:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Hawlatî ya li Başûrê Kurditanê weşanê dike, di raporeke xwe de da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker bi sedan gund û herêmên Başûrê Kurdistanê dagir kirine û çûn û hatina hin gund û mezrikên li Dihokê jî hatiye qedexekirin.

Di rapora rojnameyê de hate gotin ku bajarokê Şêladizê ku 30 kîlometreyan ji navçeya Amêdiyê ya ser bi Dihokê dûr e, ji ber êrişên dewleta Tirk, piraniya gundên wê vala bûne.

Li gorî agahiyên ku Rêveberê Şêladizê Rizgar Ubêd dane rojnameyê, ji ber êrişên berdewam ên dewleta Tirk a dagirker, 85 gundên dikevin nava sînorê bajaroka Şêladizê vale bûne. Rizgar Ubêd diyar kiriye ku di wan gundan de jiyan bi temamî nemaye, her wiha qedexeya hatin û çûna wan gundan hatiye ragihandin û ji xelkê deverê re hatiye gotin ku nabe kes serdana wan gundan bike.

Welatiyê bi navê Nayif Sîteyî yê ji komelgeha Sîrê ya ser bi Şêladizê ye, gotiye ku gundên hatine valairin, wek kampan lêhatine, derdora wan hemû hatine girtin û welatî nikarin bi rehetî biçin û bên.

Mamostayê zanîngehê Dilşad Nesrullah jî li ser mijarê agahî dan rojnameyê û got: “Niha artêşa Tirk nêzî 10 baregehên leşkerî li ser çiya û girên derdora Şêladizê ava kiriye. Ev baregeh dikevin devera Mam Reşa, Kêrya Dêrê, Serê Darê û Kelha Bêde. Her wiha artêşa Tirkiye hêzek zêde li herêmê bi cih kiriye.”

Nesrullah diyar kiriye ku gundên vala bûne, her yek ji wan herî kêm 50 heta 75 malbat tê de hebûn. Ji ber metirsiya êrişan koçî navenda Şêladizê, Dêrelok, Sersing, Qediş, Amêdî û Dihokê bûne.