Cenazeyê Arasan rakirin Tiba Edlî ya Silêmaniyê

Endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Hûseyîn Arasan vê sibehê ji ber giraniya birîna xwe şehîd bû û cenazeyî wî rakirin Tiba Edlî ya Silêmaniyê. Arasan duh li Silêmaniyê rastî êrişa çekdarî ya  MÎT’ê hatibû.

Cenazeyê Arasan rakirin Tiba Edlî ya Silêmaniyê
10 hezîran, 2023   06:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Komeleya Karkekerên Mezopotamyayê Hûseyîn Arasan duh derdora saet 10.30’an li Silêmaniyê rastî êrişa çekdarî ya MÎT’a Tirk hatibû û di encamê de bi giranî birîndar bûbû.

Li gorî şahidên bûyerê 3 gule li Hûseyîn Arasan ketibûn û piştî bûyerê yekser rakiribûn Nexweşxaneya Şar ya Silêmaniyê. Ji ber birîna giran û xwîna zêde ji dest da, hatibû gotin ku rewşa wî krîtîke û metirsiya jiyanî derbas nekiriye.

Piştî têkoşîna bi saetan a dibin kontrola bijîşkan de, tevî hemû hewldanan di saet 04:10’ê berbangê de şehîd bû.

Cenazeyê Arasan veguhastin Saziya Tiba Edlî ya Silêmaniyê.