​​​​​​​Rojnameyên erebî: Siûdî dixwaze tev li BRICS’ê bibe

Erebistana Siûdî ji bo ku tev li koma BRICS bibe, wek gava pêşîn dan û standin dike da ku tev li Banka Pêşketinê ya Nû bibe ku koma BRICS’ê ava kiriye. Li aliyekî din, Washington û Tehranê gelek raporên têkildarî pêkhatina lihevkirineke demkî yên li ser bernameya nukleerê ya Îranê derewandin.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Siûdî dixwaze tev li BRICS’ê bibe
10 hezîran, 2023   07:26
NAVENDA NÛÇEYAN

‘BRICS BERFIREHTIR DIBE Û PEYAMEK JI BO ROJAVA’

Rojnameya El Ereb îro li ser hewldanên Erebistana Siûdî yên ji bo beşdarbûna BRICS’ê wiha nivisî: “Erebistana Siûdî da ku tev li koma BRICS bibe, wek gava pêşîn dan û standin dike da ku tev li Banka Pêşketinê ya Nû bibe ku koma BRICS ava kiriye. Ev kom ji Brazîlya, Rûsya, Hindistan, Çîn û Afrîkaya Başûr pêk tê.

Endamtiya Riyadê nîşan dide ku bank li hember keysbazkirina rojava ya saziyên malî yên cîhanê, disekine.

Dibe ku giraniya malî ya Siûdiyê, roleke pêşengtir di fînanseya piralî de bide bankê û planên komê ji bo avakirina sazûmaniyên malî yên alternatîf hêsan bike ku ne di bin kontrola Washingtonê de bin.”

‘WASHINGTON Û TEHRAN PÊKHATINA LIHEVKIRINEKE NUKLEERÎ DEREWAND’

Rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivisî: “Washington û Tehranê raporên ku behsa pêkhatina lihevkirineke nukleerî ya demkî li beramber sivikirina cezayan dikin, derewandin.

Nayê veşartin ku ji dema dan û standinên nukleerî yên neyekser ên bi Îranê re têkildarî vejandina lihevkirina nukleerî (plansaziya giştî ya hevbeş a 2015`an) têk çûne, rayedarên amerîkî û ewropî li rêyan digerin da ku bernameya nukleer a Tehranê pratîk bikin.

Ji bo rawestandina dan û standinan bi Îranê re li Rêveberiya Biden zext tê kirin. 35 parlamenterên amerîkî yên demokrat û komarparêz, nameyek ji rêveberên brîtanî, fransî û alman re şandin û bang li wan kir ku li gorî plansaziyeke giştî ya hevbeş a kar, yekser dest bi mekanîzmaya vegera jixweber bikin. Tê zanîn ku Brîtanya, Fransa û Almanya tenê dikarin dest bi vê mekanîzmayê bikin ku cezayên NY`yê yên li ser Îranê bi dawî bikin.”

‘LÎBYAYÊ GAVÊN PÊŞÎN ÊN ÎSTÎQRARÊ AVÊTIN’

Têkildarî rojeva Lîbyayê rojnameya El Beyan wiha nivisî: “Piştî tevliheviyê û şerê navxweyî, welat derbasî pêvajoyeke din dibe. Di çarçoveya bidawîkirina parçebûnê û vegera li çareseriya siyasî de, li ser qanûnan hilbijartinan lihevkirin çêbû, dema wê beriya dawiya salê hat diyarkirin. Di heman demê de ji bo biserxistina hilbijartinan, çêbûna lihevkirineke berfireh li ser nêrînên têkildarî dozên siyasî yên nakok, êdî bûye pêwîstiyeke girîng.”

(şx)