Huseyîn Arasan ê êrişa çekdarî lê hatibû kirin şehîd bû

Endamê Komeleya Karkerên Mezopotmayayê Huseyîn Arasan ku li Silêmaniyê êrişa çekdarî lê hat kirin, şehîd bû. 

Huseyîn Arasan ê êrişa çekdarî lê hatibû kirin şehîd bû
10 hezîran, 2023   05:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Huseyîn Arasan duh saet li derdora 10.30’an de li Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê bi êrişa çekdarî re rûbirû ma. Hat diyarkirin ku endamên MÎT’ê ya Tirkiyeyê vê êrişê pêk aniye. Arasan di encama gulebaranê de bi xedarî birîndar bûbû.

Li gorî şahidên bûyerê 3 gule lê ketibûn û piştî bûyerê yekser rakiribûn nexweşxaneya Şar a Silêmaniyê. Ji ber birîna wî xedar bû û xwîna zêde ji dest da, hatibû gotin rewşa wî krîtîke û metirsiya jiyanî derbas nekiriye.

Li gorî agahiyan, Arasan piştî têkoşîna bi saetan a di bin kontrola bijîşkan de tevî hemû hewldanan jî xelas nebûye û saet 04.10'an berbangê sibehê şehîd bûye.

Tevî nava bajar û hemû cadeyên sereke bi kamerayên çavdêriyê tê şopandin jî balkêş e jî heya niha êrişkar ji aliyê asayîşê ve ne hatine girtin. Heya vê kêliyê jî ne Asayîşa Silêmaniyê û ne jî Walîtiya Silêmaniyê derbarê êrişê de tu daxuyaniyek nedane.