​​​​​​​Hêvî û berxwedana 16 rojan a gerîla Çekdar

Gerîlayê HPG’ê Çekdar Baz piştî ku di şer de ji hevalên xwe veqetiya, 16 rojan tevî hemû zehmetiyan jî li ber xwe da. Gerîla Çekdar diyar kir ku ew qet hêvîşikestî nebûye û dawiya dawîn gihaştiye tîma xwe.

​​​​​​​Hêvî û berxwedana 16 rojan a gerîla Çekdar
10 hezîran, 2023   06:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerîlayê HPG’ê Çekdar Baz ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên sala 2022’yan cih di nava berxwedana Sidayê ya li herêma Zapê de girt, ji ANF’ê re behsa zehmetiyên piştî veqetîna ji tîma gerîla kir.

Gerîla Çekdar got gava çûyîna ji bo wezîfeyê, ew li nav erd maye û wiha axivî: “Bi şev li quntarê girekê li gundê Sîda mam. Nêzikî 2 rojan li wir mam û min ji dûr ve li erazî nihêrt. Xwarin ku qediya, min xwest biçim gundê Sîda. Li nêzî gund girekî biçûk hebû û 4 çar rojan li wir bêyî nan û av mam. Dijmin dor girtibû û xwe li ser giran bi cih kiribû.

Di navbeyna min û leşkeran de hema bibêje 100-150 metre hebûn. Leşkeran tim berdida der û dora xwe û diqîriyan. Gava ku bi hev re diaxivîn, dengê leşkeran dihat min. Ji bo nan û avê min xwest xwe bigihînim gund. Çend roj bi şûn de daketim û li cihekî ketim. Nêzîkî nîv saetê bê hiş mame. Hingê baran bariyabû û her der şil bû. Ji bo rabim pêyan, min hinek axa şil xist devê xwe. Bi wê axa şil taqet hat min ku dewam bikim. Şev bû, çûm gund. Ew şev ez li ber bîrê mam û ber destê sibehê ji bo bibînim ku leşker çawa tev digerin, min sehîtiya der û dorê kir. Dijmin xwe di tûnelên şer ên Şehîd Agir, Şehîd Felat û Şehîd Dogan de bi cih kiribû.

Wê rojê, ji bo dîtina nan û avê min çavên xwe li derdorê gerandin. Min, qutiyeke zeytûnan dît. Di qutiyê de pir hindik zeytûn hebûn. Ji ber ku payîz bû, darên hinaran jî hebûn û heta ji min dihat min hinar berhev dikirin. Min pênc rojan bi zeytûn û hinaran îdare kir. Bi pişt re min xwest xwe bigihînim hevalên xwe û ji gund veqetiyam. Hingê haya leşkerên li serê girê Felat ji min çêbû, gule berdan. Ji bo xwe bidim destên wan bang li min kir. Ber bi quntarên girê Şehîd Agir ve çûm, leşkeran li wir jî bang kir ku ez xwe bidim dest. Leşker pir nêzî cihê xweveşartina min bûn.

Di nava xwe de diaxivîn, digotin: ‘Dibe ku hêj jî li van deran be’ û li ber zinarê lê sekinîbûm gule berdidan. Nêzîkê du saetan dron li ser min geriya. Li hêviyê bûn ku cihê min keşf bibe. Balafirên keşfê jî diçûn û dihatin. Ketibûn hewla derxistina min ji cihê ku ez tê de bûm. Tu tişt ku bi destê wan neket, çar caran cihê min bi balafiran dan ber bombeyan. Ez ew şev ji cihê xwe nelebitîm. Dotira rojê min li der û dorê nihêrt û dît ku kes li herêmê nîn e. Du şevan min sebir kir û paşê bi şev hêdî hêdî ji cihê lê bûm, veqetiyam û min xwest bigihêjim hevalan.”

‘BI HÊVIYA DÎTINA HEVRÊYÊN XWE…’

Gerîla Çekdar anî ziman ku ew ji bo dîtina hevrêyên xwe du rojan têhnî û birçî geriyaye û wiha got: “Gava gera li hevalên xwe li nav erd, ez rast li du hevalên xwe hatim. Wan pêşî fêm nekir ku ez gerîla me ya na. Di navbeyna me de hebûn sed metre, gazî li min kir. Gelek pirs ji min kirin, min jî bersiv dan. Paşê qanih bûn û got ku em biçin ba hevalan. Gava min zanî heval in, dilê min rehet bû. Bi vî awayî 16 roj bi şûn de gihîştim hevalên xwe. Bi hêviya dîtina hevalên xwe, ez mam ji pêyan. Min xwe hîç hêvîşikestî nekir.

Çi qas dem bi ser bikeve jî, armanca min dîtina hevalan bû. Wê gavê ez ew qas dilşad bûm ku min bawer nedikir ez li ba hevalan im. Her roj min digot ku divê ez bigîhijim hevalên xwe. Bi hêviya dîtina hevalên xwe vîna min yekcar xurt bûbû. Vîna kesekî/ê xurt be û xwe bide ser armancê, wê eseh bi ser bikeve. Gava biserketinê, divê mirov dudilî nebe û dev ji berxwedanê bernede. Mirov dikare bêyî nan û avê ji pêyan bimîne, lê bêyî hêvî nikare.”