​​​​​​​Balyoza DYA’yê: Em êrişên li ser hevpeymanên xwe qebûl nakin

Balyoza DYA’yê ya Iraqê Alina L. Romanowski têkildarî êriş û bombebaranên dewleta Tirk ên li ser Iraq û Başûrê Kurdistanê got: “Em êrişên li ser hevpeymanên xwe qebûl nakin. Em daxwaz ji Tirkiyeyê dikin ku pirsgirêkên xwe yên sînorî bi rêya diyalogê çareser bike.”

​​​​​​​Balyoza DYA’yê: Em êrişên li ser hevpeymanên xwe qebûl nakin
9 hezîran, 2023   08:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Balyoza Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya Iraqê Alina L. Romanowski di civîna çapemeniyê ya li Silêmaniyê de helwesta DYA’yê ya der barê êriş û dagirkeriyên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û Iraqê diyar kir û nerazîbûna xwe ya li ser dewamkirina êrişên dewleta Tirk anî ziman.

Rojnewsê ji radyoya Dengê Amerîkayê ragihand ku Romanowski di dema bersivdana rojnamevanan de gelek caran fikarên xwe anîn ziman û hişyarî dan dewleta Tirk û Îranê ku êrişên li ser Başûrê Kurdistanê bi dawî bikin.

Romanowski got: “Fikarên li ser êrişên dewleta Tirk ne tenê der barê êrişên li ser Herêma Kurdistanê de ne, her wiha derbarê êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ne. Hevpeymaniyek a navneteweyî ya dijî DAIŞ’ê me heye û êrişên li ser hevpeymaniyên xwe qebûl nakin. Daxwaz ji Tirkiyeyê dikin ku pirsgirêkên xwe yên sînor li gel Iraq û Herêma Kurdistanê bi rêya diyalogê çareser bikin.”