Endamekî Komeleya Karkeran a Mezopotamyayê hate hedefgirtin

Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê endamekî Komeleya Karkeran a Mezopotamyayê hate hedefgirtin.

Endamekî Komeleya Karkeran a Mezopotamyayê hate hedefgirtin
9 hezîran, 2023   08:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên hatine wergirtin, li Silêmaniyê li dijî endamekî Komeleya Karkeran a Mezopotamyayê êrişa çekdarî pêk hat.

Endamê komeleyê ku navê wî nehat zanîn, piştî êrişê birin Nexweşxaneya Şar. Hat diyarkirin ku rewşa wî birîndarî giran e.

Hîna nayê zanîn ku êrişkar kî ye û ka hatiye girtin an na.