Polîsên Tirk li Cizîrê gelek kes destgîr kirin

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, polîsên dewleta Tirk serê sibehê avêt ser gelek malan û gelek kes destgîr kirin.

Polîsên Tirk li Cizîrê gelek kes destgîr kirin
9 hezîran, 2023   09:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li taxên Cûdî û Nûrê yên navçeya Cizîrê ya Şirnexê polîsên dewleta Tirk a dagirker serê sibehê avêt ser gelek malan.

Di encama serdegirtina malan de Serhat Çagli, Abîdîn Kuçuk, Mehmet Çagdavûl, Remzî Dadak û gelek kesên ku navê wan nehatin zanîn hatin destgîrkirin. Hinceta destgîrkirinê nehate zanîn.

Hat ezanîn ku di dema serdegirtina malekê de polîsan tundî li zarokan kiriye û malbat jî li dijî vê bertekê nîşan didin. Malbata ku nêrazîbûnê nîşan dide jî bi tundiya polîsan re rû bi rû dimîne.