‘Astengiyên hevbeş rê li ber pêşxistina têkiliyên Bexda û Şamê vekir’

Lêkolînerên iraqî diyar kir ku astengiyên hevbeş, xetereya DAIŞ’ê û çavnebariyên dewleta Tirk rê li ber pêşketina têkiliyên Bexda û Şamê vekir.

‘Astengiyên hevbeş rê li ber pêşxistina têkiliyên Bexda û Şamê vekir’
9 hezîran, 2023   03:46
NAVENDA NÛÇEYAN - GÎVARA ŞÊX NÛR

Di demên dawîn de têkiliyên Bexda û hikumeta Şamê bi awayekî berbiçav baş bûn. Têkiliyên her du aliyan di serdemên hikumetên berê yên Iraq û beriya êrişa Amerîkayê ya li Iraqê, gihaştin asta dijbertî û qutbûnê.

Bexda roleke girîng di vegerandina Şamê li Komkara Erebî de lîst. Beriya ku Şam careke din vegere nava civata erebî, serokê parlamentoya Iraqê Mihemed El Helbûsî di Sibata borî de daxwaza beşdarbûna Sûriyeyê li lûtkeyên Ereban ên bê kiribû.

Piştî vegera Sûriyeyê ya li Komkara Erebî û beşdarbûna Beşar Esed li lûtkeya Cedayê de, Feysel El Miqdad serdana Bexdayê kir û di 4'ê Hezîranê de bi hempîşeyê xwe yê Iraqê Fûad Hisên re hevdîtin pêk anî. Her du aliyan rêbazên xurtkirina têkiliyên her du welatan nîqaş kirin, her wiha têkildarî dozên hevbeş jî girîngiya xurtkirina hemahengiya her du welatan li herêmê û di qada navneteweyî de destnîşan kirin.

ROLA IRAQÊ

/kr/uploads/files/2023/06/08/183313_.webp

Lêkolînerê siyasî yê ji Iraqê Riyad El Wehêlî anî ziman ku rola Iraqê di vegerandina Sûriyeyê ya li Komkara Erebî de girîng e û diyar kir ku îstiqrara li Sûriyeyê îstiqrara li Iraqê ye.

El Wehêlî da zanîn ku Iraqê siyaseta îstiqrara li herêmê dimeşîne, lewre rola wê di vegerandina têkiliyên Riyad û Tehranê de hebû û got: "Normal e ku têkiliyên Sûriye û Iraqê baş bibin û bigihêjin asta têkiliyên aborî û razemeniyê. Ev yek ji bo her du welatan xwedî bandorên erênî ne, nemaze li gel hevsengî û guhertinên navneteweyî û bandorên şerê Rûsya û Ukraynayê."

Lêkolîner El Wehêlî destnîşan kir ku herêm ber bi başkirina têkiliyên dewletên herêmê, sûdwergirtina ji qutbeyên nû û veguhastina enerjî û kel û pelan ve diçin. Her wiha got Îran, Iraq û Sûriyeyê beşek ji van siyasetan in.

ASTA DIJMINAHIYÊ

/kr/uploads/files/2023/06/08/183258_.webp

Lêkolînerê dîroka siyasetê Cewad El Beydanî jî behsa qonaxên têkiliyên di navbera Sûriye û Iraqê de kir û got: "Têkiliyên her du aliyan di pêvajoyên giran ên dijminahiyê re derbas bûn û di dema dagirkirina Iraqê ya sala 2003'an de pêvajoyên nêzîkbûnê dest pê kir. Dijbertiyeke klasîk di navbera her du aliyan de heye; pergalên îstîxbaratên Sûriyeyê li Iraqê kar dikirin û pergalên îstîxbaratên Iraqê li Sûriyeyê dixebitîn da ku her ji wan yek muxalifên xwe tesfiye bikin. Hikumeta Şamê opozîsyona Iraqê ji bo tesfiyekirina Îxwan El Muslimîn ên ku desteka xwe ji pergala Sedam Hisên digirtin, bi kar dianîn. Baskekî Baas'iyên çepgir ên hikumeta Şamê li Iraqê hebûn, heman tişt ji bo Iraqê jî bû ku alavên opozîsyona Sûriyeyê yên wekî Îxwan El Muslimîn ji bo tesfiyekirina muxalifên xwe yên li Sûriyeyê yên wekî Partiya Demokrat a Kurdistanê, Partiya Dawa, Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê û Partiya Komunîst a Iraqê bi kar dianî, ji ber ku Sûriye bibe wargehê muxalefeta Iraqê."

El Beydanî anî ziman ku piştî 2003'yan qonaxa dijbertiyê ya her du aliyan dest pê kir û got: "Xala girîng piştî sala 2003'yan hat ku Sûriye dest bi dijbertiya rejîma nû ya Iraqê kir. Iraqê Sûriye wek ajana Amerîkayê didît û di vê çarçoveyê de bi hevkariya Îranê bombe derbas dikirin, kiryarên qetilkirin û tesfiyekirinê dikir, her wiha baskên muxalefetê perwerde dikirin da ku rewşeke tevlihev û bêîstiqrar li Iraqê biafirînin."

‘ASTENGÎ LI PÊŞIYA NÊZÎKBÛNÊ VEKIR’

Cewad El Beydanî diyar kir ku astengiyên li pêşiya her du dewletan rê li ber xurtkirin û pêşxistina têkiliyên wan vekir û wiha pê de çû: Piştî serhildana gel, Sûriye xwe di nava tengasiyekê de dît. Heman tiştê ji bo Iraqê derbasdar e, sedema vê yekê destwerdanên Tirkiye, Amerîka û rojava li her du welatan bû, van her sê aliyan bi din navê doza DAIŞ'ê de rola afirandina tevliheviyê li Iraq û Sûriyeyê lîstin, nîşaneya vê yekê qaçaxçîtiya petrolê di Sûriyeyê re bi rêya Mûsil û Selahedîn derbasî Tirkiyeyê dibûn. Rejîma Sûriyeyê û hikumeta Iraqê xwe li pêşberî çavnebariyên Tirkiyeyê dîtin, di heman demê de her du aliyan rastî îzole û ambargoya erebî ya giran hatin."

El Beydanî anî ziman ku DYA'yê çavê xwe li nêzîkbûna Iraqê ya ji Sûriyeyê re girt, ji ber dizanî ku zexta mezin a li ser hikumeta Iraqê dê bibe sedema teqînekê, ji lew ra bi rêya xurtkirina têkiliyên Iraq bi Sûriyeyê re derfeta vê nêzîkbûnê da. El Beydanî da anîn ku hikumeta Iraqê destura veguhestina bazirganiya diyarker a bi Sûriye û Îranê re wergirtin.

Cewad El Beydanî destnîşan kir ku astengiyên li hemberî her du hikumetan (Bexda û Şamê) roleke mezin di nêzîkkirina nêrînên her du aliyan de lîst û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Binesaziya civaka Iraqê û ya Sûriyeyê dişibin hev. Li her du aliyên dirêjahiya xeta sînorê Sûriye-Iraqê heman qebîleyên Kurd û Ereb dijîn. Binesaziya civakî rê li ber nêzîkbûna her du aliyan vekir. Xala din, çeteyên DAIŞ'ê ye ku astengiyeke mezin li hemberî her du aliyan e, ji ber vê yekê hikumeta Iraqê neçar ma ku bi hikumeta Sûriye û Hêzên Sûriya Demokratîk re koordîneyê bike da ku pirsgirêka sînor û tevgera DAIŞ’ê ya li herêmê çareser bikin. DYA'ê ji nêzîkbûna Iraq û Sûriyeyê ya li civata Ereban razî ye da ku wan ji Îranê dûr bixe."

(bb)

ANHA