ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 9-6-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 9-6-2023
8 hezîran, 2023   23:00

Ferzende Mûnzûr got dê di demeke nêz de li ser asta Rojhilata Navîn konferansek ji bo nîqaşkirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan bê lidarxistin.(Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Saziyên Rêveberiya Xweser ên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, li aliyekê dijî şebekên madeyên hişbir têkoşîna xwe piralî dikin, tedbîran digirin; li aliyê din hem kesên ketine van toran rizgar dikin, hem jî bi perwerde, semîner û belavokan baldariya civakî ava dikin.(Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Birîndarên berxwedana Kobanê banga avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ'ê kir û destnîşan kir ku vegera wan dê metirsiyê bide tevahiya cîhanê û bi bombeyeke demkî bi nav kir. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Qebûlkirina Sûriyeyê li nava Komkara Erebî tê wê wateyê ku komkar di çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê de însiyatîfê digire ser xwe. Tevî ku hîna di aliyê pratîk de gavên şênber nehatine avêtin jî, diyar e ku hatina Esad a li civîna Ereban tê wê wateyê ku ji bo destpêkê hêz wergirtiye. (Bİ WÊNE)

Lêkolînerên iraqî diyar kir ku astengiyên hevbeş, xetereya DAIŞ’ê û çavnebariyên dewleta Tirk rê li ber pêşketina têkiliyên Bexda û Şamê vekir. (Bİ WÊNE)

Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser deverên şûnwarî tamîr dike û ji bo parastina wan bang li şêniyan dike. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

ANHA