Têkildarî rewşa Rêber Abdullah Ocalan wê konferans bê lidarxistin

Ferzende Mûnzûr got dê di demeke nêz de li ser asta Rojhilata Navîn konferansek ji bo nîqaşkirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan bê lidarxistin.

Têkildarî rewşa Rêber Abdullah Ocalan wê konferans bê lidarxistin
8 hezîran, 2023   23:27
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Girtîgeha Îmraliyê wek navenda binpêkirin û sûcên derûnî û fîzîkî tê wesifkirin. Têkildarî mijarê berdevkê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Ferzende Mûnzûr diyar kir ku pergala Îmraliyê li ser bingeha tecrîdê hate avakirin û niha veguheriye pergala leşkerî û tê de qanûnên cudayî qanûnên dewleta Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk tên.

Di benda 59′an a qanûna 5275′an a dewleta Tirk a girêdayî tedbîrên sûc û ewlehiyê de ku girtî dikarin saetên êvarê bi parêzerên xwe re bicivin anku mafên wan ên hevdîtina bi parêzerên xwe re di hefteyê de 5 e û li gorî benda 25′an a heman qanûnê girtîyên cezayê muebbedê lê hatiye birîn dikarin her 15 rojan carekê malbata xwe bibînin.

/kr/uploads/files/2023/06/08/183001_-.webp

Ruxmî wê, ji 25′ê Adara 2021′ê ve tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayên wergirtin û di 31′ê Gulanê de careke din heta 6 mehan qedexe ye malbat û parêzer bi Rêber Abdullah Ocalan re bicivin. Ferzende Mûnzûr destnîşan kir ku li gorî qanûn, destûra dewleta Tirk û qanûnên taybet ên parastina mafên mirovan li dijî Rêber Abdullah Ocalan kiryar pêk tên.

‘DI ALIYÊ QANÛNÎ DE EV REWŞ NAYÊ QEBÛLKIRIN’

Mûnzûr bal kişand ser perspektîfên CPT′yê yên têkildarî Rêber Abdullah Ocalan û wiha got: "Di serdana yekê ya CPT′yê ji girtîgeha Îmraliyê re di Adara 2000′î de daxuyandibû ku nabe Abdullah Ocalan, li gel rewşa ewlehiyê ya giran, bi tenê be. Ji ber ev yek bandorê li tenduristiya wî dike. Her wiha bi bîr xistibû ku hevdîtin ji 3 mehan ve hatin taloqkirin, ew rewşeke xeternak û nayê qebûlkirin."

Mûnzûr anî ziman ku di bemê re tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan hate girankirin, bi taybet piştî hewla darbaya leşkerî ya li Tirkiyeyê ya di 2016′an de.

Mûnzûr bal kişand sr serdana dawîn a CPT′yê ya di 2022′yan de û wiha pê de çû: "Di wê serdanê de CPT′yê ji bo aşkerakirina raporê demek ji bo meha Adarê da, lê heta niha CPT′yê tişt aşkera nekiriye û helwestek jî nîşan neda. Bi vê yekê em dibînin ku tu qanûnê heta niha li Îmraliyê nehatine pêkanîn."

CEZAYÊN DÎSPLÎNÊ

Têkildarî ′Cezayên Dîsplînê′ ku dewleta Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan her 6 mehan ferz dike Mûnzûr wiha domand: "Ev ceza xwe naspirin tu qanûn an jî mafan. Ji ber ku hincetên siyasî ne qanûnî ne. Tiştê balkêş jî ew e Boruya Serdemê ya Sedsalê û gelek însiyatîfan, ji wan Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê gelek peyman ji CPT′yê û saziyên hiqûqî yên navneteweyî, heta ji Wezareta Adlê ya Tirkiyeyê re der barê van binpêkirinan şandin. Lê heta niha saziyekê jî bi erkên xwe ranebûne."

Mûnzûr destnîşan kir ku dewleta Tirk vê yekê derfet digire, ji ber ku dibîne her peyamek ji Rêber Abdullah Ocalan re tê şandin bandoreke mezin li ser gelan çêdike û ji bo ev peyman negihînin derve hincetê bi van cezyan dike. Ji ber ku rejîma wê xwe dispêre qirkirina Kurdan. Mûnzûr wiha anî ziman: "Piştî çend mehên din 25 sal di ser revandina rêbertî re derbas dibe. Anku li gorî qanûnên Ewropayê ji mafê wî ye ku Mafê Hêviyê pêk bîne. Bi van cezayn dewleta Tirk hewl dide rêbertî ji vî mafî bê par bike."

Mûnzûr wiha gotina xwe dewam kir: "CPT′yê beriya niha daxuyandibû ku ev ceza şêweyek ji şêweyên xapandinê ye û xwe naspêre tu qanûn û hiqûqan."

KONFERANSEKE LI SER ASTA ROJHILATA NAVÎN

Girêdayî mijarê, Mûnzûr aşkera kir ku ji bo bidawîkirina tecrîd û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan divê têkoşîna hiqûqî, dîplomasî û siyasî were bilindkirin û wiha dewam kir: "Beriya niha Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Desteya Parastina Rêber Abdullah Ocalan civînek li Reqayê ji bo nîqaşkirina çawaniya xebata bi hev re li dar xist. Têkildarî vê yekê navê Desteya Parastinê bû Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyî ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan ji bo berfirehkirina têkoşîna hiqûqî, dîplomasî û siyasî da ku xwe bigihînin saziyên navneteweyî û herêmê û bang li wan bikin ku bi erkên xwe rabin."

Têkildarî plan û projeyên bê yên têkildarî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan Ferzende Mûnzûr got dê di demeke nêz de li ser asta Rojhilata Navîn konferansek bê lidarxistin, lê behsa cih û dema wê nekir.

(fr)

ANHA