Li Efrînê qirkirin û talankirina xwezayê bê navber dewam dikin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şêrawa ya Efrînê 650 darên hinaran birîn.

Li Efrînê qirkirin û talankirina xwezayê bê navber dewam dikin
8 hezîran, 2023   06:39
ŞEHBA

Li Efrîna dagirkirî sûcên dermirovî, qirkirin û talankirina xwezayê û guhertina demografîk bê navber dewam dikin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan ji navçeya Şêrawayê dane, çeteyên navê Firqet El Hemzat li xwe dikin, li gundê Eyn Dara yê navçeyê 650 darên hinkaran birîn, da ku bikin êzing û bazirganiyê pê bikin.

Çavkaniyan diyar kirin ku darên hatine birîn ên welatiyê bi navê Mihemed Elî Hemkiro yê ji gundê Gurzêlê yê Şêrawayê ye.

(bb)

ANHA