Li Sêrtê şer: Leşkerek hat kuştin

Hate ragihandin ku li çoltera gundê Osiyan ê bi ser navçeya Berwarî ve di navbera gerîla û leşkerên Tirk ên dagirker şer derket. Di şer de herî kêm leşkerek hatiye kuştin.

Li Sêrtê şer: Leşkerek hat kuştin
8 hezîran, 2023   06:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamya, li devera gundê Osiyan yê bi ser navçeya Berweriya Sêrtê ve duh dema wesayîta leşkerî  derbas dibû teqîn pêk hat. Hate gotin,  piştî teqînê operasyona leşkerî hat destpêkirin. Di navbera leşkerên artêşa Tirk a  dagirker û gerîlayên HPG’ê de şer qewimî. Hat zanîn ku di şer de herî kêm dagirker hatiye kuştin û yekî jî birîndar bûye.

Dagirkerên kuştî û yê birîndar bi helîkopterê rakirin Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Sêrtê.

Tê gotin ku operasyon li herêmê berdewam dike.

Derbarê  mijarê de heta niha ji aliyê HPG'ê ve tu daxuyanî nehatine dayîn.