Rojnameyên erebî: Koalîsyona Navneteweyî dosyaya DAIŞ′ê nîqaş dike

Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê îro li paytexta Erebistana Siûdî, Riyadê dicive. Berpirsan diyar kirin ku DAIŞ'ê hîna xetereyeke rasteqîn li ser herêmê çêdike.

Rojnameyên erebî: Koalîsyona Navneteweyî dosyaya DAIŞ′ê nîqaş dike
8 hezîran, 2023   07:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî bal kişand ser civîna Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî DAIŞ′ê ku îro li Riyadê li dar dikeve, her wiha behsa serdana wezîrê karên derve yê Amerîkayê ji Siûdiyê re û rewşa Lîbyayê hatin kirin.

'LI RIYADÊ CIVÎNA KOALÎSYONA NAVNETEWEYÎ YA LI DIJÎ DAIŞ'Ê'

Rojnameya Şerq El Ewsat bal kişand ser civîna Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî DAIŞ′ê û wiha nivîsand: "Îro li paytexta Erebistana Siûdî Riyadê civîna endamên Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî DAIŞ′ê li dar dikeve. Di civînê de dê 85 dewlet, rêxistina hevkar, wezîrên karên derve û rayedarên payebilind beşdar dibin.

Rêxistina DAIŞ′ê ya terorîst di 2014′an de ragihandibû ku herêmên fireh ji Sûriyeyê û Iraqê kontrol kirin û têkçûyîna DAIŞ′ê ya yekemîn li Iraqê di 2017′an de û li Sûriyeyê di 2019′an de bû û DAIŞ'ê herêmên di bin kontrola xwe de ji dest dan. Lê Koalîsyona Navneteweyî di Gulana 2022′yan de ragihandibû ku gefên rêxistina DAIŞ′ê hîna hene û ew ê şerê li dijî wê li Sûriye û Iraqê dewam bike.

Endamên şaneyan hîna li Sûriye û Iraqê  êrişan li dijî hêzên ewlehiyê pêk tînin û  êrişên li welatên din digire ser xwe. Ev yek di aliyên fikrî û çandî de xetereyekê li dijî gelek civakan çêdike."

′KÎ DILÊ KÊ RIHETDIKE: BLINKEN JI KENDAVIYAN RE GOT WASHINGTON BI HEVKARÊN XWE YÊN LI HERÊMÊ VE GIRÊDAYÎ YE′

Rojnameya El Ereb a Londonê li ser serdana wezîrê karên derve yê Amerîkayê ji Erebistana Siûdî re wiha nivîsand: "Wezîrê Karên Deve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) roja çarşemê li Riyadê ji wezîrên kendaviyan re got, welatê wî têkildarî hevkarên xwe yên li herêma Kendavê bi helwesta xwe ya berê ve girêrdayî ye. Ev yek asta fikarên Amerîkayê ji guherînên di helwestên hevkarên xwe yên kendavî de nîşan dide.

Li gorî çavdêran Blinken di hevdîtinên li gel hevkarên xwe yên kendavê de xwest dilê wan rihet bike û bide nîşandan ku welatê wî dê li gel an be û dê hevditînên wî li welîehdê Erebistana Siûdî Mîr Mihemed Bin Selman sînordar nemîne. Çavdêr destnîşan dikin ku ev hemû nîşan didin ku Amerîka ne tenê ji helwestên Siûdiyê bi fikar e, lê dibe ku ev yek hêrs fireh bibe û derbasî dewletên din be. Ev yek di demekê de pêk tê ku kendavî ji hişyariyên Washingtonê rizgar bûn."

′ALIYÊN LÎBYAYÎ LI SER QANÛNA RÊXISTINKIRINA HILBIJARTINAN LI HEV KIR′

Rojnameya El Beyan li ser rewşa Lîbyayê wiha nivîsand: "Nûnerên hikumeta Lîbya ya li rojhilat û hikumeta Terablusê ragihandin ku wan li ser pêşnûmeya rêxistinkirina hilbijartinên serokatî û parlamentoyê yên bê li hev kir, lê li benda îmzeya dawîn in ku dê di rojên bê de pêk were. Ew yek piştî civînên li Bozenbîqa ya Mexribê pêk hat,

Ji ber nakokiyên li ser hin medayên qanûnî yên peymanê, serokê parlamentoyê Eqîle Salih û serokê Meclisa Bilind a Dewletê Xalid El Muşrî ji civînê derketin,  lew ra li lihevkirin nehat îmzekirin.

Komîteya Lîbyayê ya Hevbeş (6  ji parlamenter û 6 ji endamên Meclisa Dewletê pêk tê) a ku bi amadekirina projeyên qanûnên hilbijartinan erkdar e civînên xwe di navbera 22′yê Gulan heta 6′ê Hezîranê dewam kirin.

Di dawiyê de li ser madeyên nakok ên girêdayî namzetbûna Xelîfe Hefter ê xwe ku nasnameya Amerîkayê ji dewletê re  hate lihevkirin.  Li hevkirin li benda helwesta aliyên siyasî û leşkerî yên lîbyayî ye, an wê qebul bikin anî red bikin."

(fr)