​​​​​​​Awazên nemir û navê jibîrkirî di hunerê de

Stranên ku ji awazên wî ne, ji aliyê gelek hunermendên mezin ve hatine gotin û li seranserî Kurdistanê belav bûne, gelo ew hunermendê muzîkjen ê ku 40 salên temenê xwe di xizmeta hunera Kurdî dane de kî ye?

​​​​​​​Awazên nemir û navê jibîrkirî di hunerê de
8 hezîran, 2023   04:49
QAMIŞLO - SOLÎN EHMÊ

Li şaneşîna mala xwe ya taxa Siyahî ya bajarê Qamişlo ku ji 1971'an de tê de bi cih bûye, rûniştiye û li benda hatina me ye da ku ji me re behsa jiyana xwe ya hunerî bike.

Piştî ku em derbasî mala apê Hisên Tofo bûn, wî rahişt tembûra xwe û em vegerandin salên 70'î, bi her mijarekê ku me behs dikir re, apê Hisên qesîdeyek ji helbestên Kurdî yên ku wî awazên wan danîne dixwend.

APÊ HISÊN KÎ YE

Hisên Tofo sala 1946'an li gundê Xalid Gulo yê Qamişlo ji dayîk bûye, ji ber tunebûna navê wî di belgeyên hikumeta Şamê de wî dev ji xwendinê berdayê û berê xwe daye karê ajotina patozan û piştre di pîşesaziyê de kar kiriye.

Rewşa zehmet a jiyana apê Hisên di navbera wî, huner û muzîka Kurdî de nebû asteng, nexasim ku wî di salên 1963'yan de bi rêya radyoya Bexdad û kasêtên muzîkê li Mihemed Arif û Hisên Cizrawî, Seîd Axa, Adil Hiznî, Yûsif Celebî û Hesen Zîrek guhdar dikir, her wiha piştî ku di 1979'an de bi helbestvanê Kurd Cegerxwîn re civiya.

ÇÊKIRINA AWAZA YEKEM

Hewldanên yekem ên apê Hisên ên çêkirina awazan ji vir de dest pê kir ku bi hevalê xwe re Xelîl Sasonî yê ji Qamişlo ku di 2020'an de çûye ser dilovaniya xwe, awaz li qesîdeya Cegerxwîn a bi navê "Nalînek tê guhê min" danîn. Lê belê ji ber siyasetên faşîst ên hikumeta Şamê yên li dijî Kurdan navê helbestvan û awazdaner li ser kasêtê nedihatin eşkerekirin.

Heta roja îro yê ku li strana "Nalînek tê guhê min" guhdar dike yekser hunermendê nemir Mihemed Şêxo tê bîra wî, lê belê apê Hisên Tofo yê ku awazên stranê danîne nayê bîran.

Piştî wê stranê apê Hisên bi dehan qesîdeyên Kurdî bi awaz kirin û ew stran li seranserî Kurdistanê belav bûn û gelek hunermendan ew gotin. Ji wan qesîdeya "Herne pêş" a ku hunermend Şivan Perwer û komên Berxwedan û Koma Yorum gotine û qesîdeya "Pêşkevin" a helbestvan Ehmed Namî ku hunermendên nemir Mihemed Şêxo û Hozan Şiyar û hunermend Berfîn Aktay ew gotine.

AWAZÊN KU ŞEHÎDAN DIGOTIN

Hisên Tofo destnîşan kir ku wan gelek qesîdeyên şoreşgerî jî li gor awazên gelêrî bi awaz dikirin, da ku rejîma Sûriyeyê nameya ji wan stranan nizanibe û ew stran li seranserî Kurdistanê belav bibin.

Apê Hisên ji destpêka jiyana xwe ya hunerî de 100 qesîdeyên Kurdî bi awaz kirin, ji wan 25 qesîdeyên Cegerxwîn in.

2 awazên naskirî ku di nav Kurdan de belav bûne yên apê Hisên hene, ew jî "Şeva Hicranê" ya ku hunermend Mico Kendeş û helbestvan Ferhad Merdê û Koma Berxwedan gotine. Ya din jî "Felek destê xwe nade" ya ku hunermend Mîr Perwer gotiye ku di encama komkujiya duyemîn a Parîsê de şehîd bûye. Her wiha hunermend Seîd Gabarî, Selah Osê û bi dehan hunermendên din ew stran gotiye.

'EZ EVÎNDARÊ HUNERÊ NE YÊ PEREYAN BÛM'

Apê Hisên ew xizmet bi tevahî pê berdêl dida ku got: "Ez evîndarê hunera Kurdî ne yê pereyan bûm"

Apê Hisên di mîhrîcana "Vejandina Folklora Kurdî" ya 2005'an a li bajarê Silêmaniyê de beşdar bû û li wir hat xelatkirin. Apê Hisên got: "Dema ku em vedigeriyan malê rêbendeke rejîma Sûriyeyê em rawestandin, xelata min a ku navê Kurdistan li ser e dîtin û ji min re şikandin, lê heta niha ew xelata şikiyayî li cem min maye."

FOLKLORA XWE NAS BIKIN

Piştî zêdetirî 40 salan ji awazdaneriyê û jenîna tembûrê, êdî apê Hisên ji ber nexweşiyên xwe yên damarên xwînê nikare zêdetirî deqeyekê tembûrê bijene, lê ew ji bo danîna awazan ji helbestvanên Kurd re hîn li ser soza xwe ye.

Apê Hisên bêriya demên berê dike û di hemwextî wê de jî bi pêşketina hunerê li Rojavayê Kurdistanê kêfxweş e, ku di dawiya serdana me ya ji bo wî de got: "Hunera Kurdî bi awayekî akademîk bi pêş ket, lê belê şîreta min ji bo we ev e ku hûn folklora xwe ji bîr nekin û wê baş nas bikin."

(mh/şx)

ANHA