Kêmkirina ava Firatê di havînê de rewşê girantir dike

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê astengiyên ji ber girtina ava çemê Firatê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve tên kişandin, bi hatina havînê re zêdetir dibin. Ew rewş bandoreke giran li gelek warên jiyanê dike.

Kêmkirina ava Firatê di havînê de rewşê girantir dike
8 hezîran, 2023   00:25
KOBANÊ - CÛMA MIHEMED

Li herêmê demsala havînê dest pê kir. Tê payîn ku pileya germahiyê bilindtir bibe. Li gel girtina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, rewşa niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ku berê ji ber heman sedemê zehmetiyan dikişînin, girantir bike. Pirsgirêka ava çemê Firatê her sal di havînê de zêdetir dibe û digihêje asta karesatê.

Piştî destpêkirina krîza Sûriyeyê, dewleta Tirk a dagirker bi sewiyeya ava çemê Firatê lîst. Dewleta Tirk mîqdareke mezin a ava çemê Firatê girt, bi vê yekê lihevkirina ku di 1987′an de bi Sûriyeyê re îmze kiriye, binpê kir. Li gorî wê lihevkirinê divê di her saniyê de 500 metrekab av bê derbaskirin, şert e ku Sûriye jî vê mîqdarê bi Iraqê re parve bike.

Lê belê valahî û tevliheviya ku ji ber krîzê li Sûriyeyê derketiye, hişt ku dewleta Tirk li gorî xwe ava çemê Firatê kontrol bike, bêyî ku hesab bide aliyekî yan jî kes hesab jê bipirse. Di encamê de dewleta Tirk para sûriyeyiyan ji ava çemê didize.

Piştî rizgarkirina Bendava Rojava (Tişrîn) û dûre rizgarkirina Bendava Tebqayê ji DAIŞ′ê, dewleta Tirk a dagirker dest bi girtina ava çemê Firatê kir.

Dewleta Tirk a dagirker ji 2016`an de dem bi dem ava çemê Firatê qut dike. Lê ji 2021`yan ve bi awayekî domdar êdî miqdarên mezin ên ava Firatê ji ser Sûriyeyê qut dike û di her saniyeyê de tenê 200 metrekab avê berdide.

HAVÎNAN KRÎZ GIRANTIR DIBE

Di demsala havînê de miqdara ava ku tê berdan kêmtir dibe û pirsgirêk mezintir dibe. Ji ber ku herîkîna xwezayî ya avê piştî biharê kêmtir dibe, dewleta Tirk a dagirker jî para sûriyeyiyan ji ava çemê didize. Lewma miqdara ava ku dikeve Sûriyeyê piştre derbasî Iraqê dibe, pir dadikeve.

Di havîna 2021′yan de, sewiyeya avê li gola Bendava Tişrînê gihaşt 4 metreyan, li Bendava Firatê (ya bi dirêjahiya 80 km û firehiya 8 km, ku depoya wê têra 14 milyar metrekab av dike) gihaşt 6 metreyan.

Di havînê de av zêde tê xerckirin. 25 metrekab av ji bo vexwarinê, 75 metrekab av jî bi hilmê bêyî sûd jê were girtin diçe. Rêjeya avê ya ji bo projeyên avdana berhemên çandiniyê yên havînê jî di navbera 140-160 metrekab de ye.

Bi wê yekê, di her saniyekê de 240-260 metrekab av tê xerckirin. Pê re, av li depoyên golan kêm dibe. Ji ber ku ava ji Tirkiyeyê tê di saniyekê de 200 metrekab derbas nake û pêdiviyan pêşwazî nake.

Ji ber wê yekê, ava çemê bi awayekî berbiçav kêm dibe. Miqdarên avê ku divê ji bo avdanê bidin cotkaran jî kêmtir dibe, pê re saetên dayîna kehrebeyê kêmtir dibin, rêjeya qirêjiyê li avêa çemê zêdetir dibe, bi germahiya zêde re jî mîkrob zêdetir dibin. Di encamê de bi sedan rewşên jehrîbûn, navçûn û nexweşiyên çermê çêdibin.

Tê texmînkirin ku ev rewş herî zêde bandorê li kehrebeyê bike. Ji ber ku Rêveberiya Giştî ya Bendavan destpêkê girîngiyê dide ava vexwarinê, çandiniyê û piştre kehrebeyê. Lewma, dê li herêmê ji ber kêmbûna avê saetên dayîna kehrebeyê jî werin kêmkirin.

Li gorî gelek komîte û desteyên çandiniyê yên li herêmên cuda, zehmetiya bidestxistina miqdarên pêwîst ên avê, dê zirarê bide 900 hezar hektar zeviyên genim, dexlûdanan, bistan û darên fêkiyan ên li Sûriyeyê ku bi ava çemê tên avdan. Ji havîna 2020′an de 400 hezar hektar erd bê av mane. Rêveberiya Bendavan demeke berê gotibû ji ber kêmkirina berdewam a ava çemê ji hêla dewleta Tirk ve dibe ku 600 hezar hektar erdên çandiniyê yên li qiraxên Firatê li Sûriyeyê zirarê bibînin.

Di 1′ê Adarê de, Rêveberiya Bendava Tişrînê ragihandibû ku ji ber kêmbûna avê bendav ji xizmetê derketiye û êdî bi dehan bajar, bajarok û gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêyî kehrebe mane. Piştî ku miqdarek guncaw a avê hat komkirin, bendav di 8′ê Adarê de carek din hat xebitandin.

Li gel berdewamkirina kêmkirina avê, nexasim bi hatina havînê re, dê bendav bi xetereya rawestandina kehrebeyê re rû bi rû bimînin, ev yek dê bibe sedema aloziyê di saktora enerjiyê de û bandorê li kelek saktorên jiyanê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmê bike.

(fr/c)

ANHA