‘Mîna dewleta Tirk, CPT jî berpirsê ′cezayên dîsîplînê′ ye′

Welatiyên Şêxmeqsûdê da zanîn ku mîna dewleta Tirk a dagirker CPT jî berpirsê ′cezayên dîsîplînê′ yên derqanûnî yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan e û got "Ji mafê me ye em rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan bizanin."

‘Mîna dewleta Tirk, CPT jî berpirsê ′cezayên dîsîplînê′ ye′
7 hezîran, 2023   23:38
HELEB - NESRÎN ŞÊXO

Dadgeha Cezayê Bilind a Bursa ya dewleta Tirk di 27′ê Nîsanê de agahî da parêzerên Rêber Abdullah Ocalan heta 6 mehan qedexe ye Rêber Abdullah Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re bicive.

Bi armanca mehrûmkirina Rêber Abdullah Ocalan ji “mafê bêhêviyê" desthilatên dewleta Tirk ′cezayên dîsîplînê′ ferz dike da ku hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re ji hêla malbat û parêzerên wî çênebin. Ji wê zêdetir jî li dijî wî tecrîdê girantir dikin û ji 25′ê Adara 2021′ê ve tu agahî jê nayên wergirtin.

Ji bo şermezarkirina biryarên qedexeya hevdîtinê û ′cezayên dîsîplînê′ welatiyên ji Şêxmeqsûdê ya Helebê ji ajansa me re bertek û hêrsa xwe nîşan dan.

/kr/uploads/files/2023/06/07/182642_-.webp

Bedran Hemo yê ji niştecihên Şêxmeqsûdê bal kişand ser zîhniyeta ketober a dewleta Tirk a li dijî Rêber Abdullah Ocalan û der barê biryara dawî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan wiha got: "Ev yek ji me re tiştekî aşkera dike, ew jî bandora fikrê Rêbertî li ser gelan e. Rejîmên desthilat jî ji vê belavbûna wan fikran ditirsin."

‘BÛYERÊN LI ÎMRALIYÊ TEVAHÎ BERPIRS IN′

Bedran anî ziman ku civata navneteweyî berpirsê kiryarên li dijî Rêber Abdullah Ocalan e û wiha domand: “Ji 25 salan ve, Rêbertî di girtîgeha Îmraliyê de ye û hatiye revandin û li dijî wî cezayên derqanûnî tên birîn. Civata navneteweyî, rêxistinên hiqûqî, mirovî û CPT, mîna dewleta Tirk, bi bêdengiya xwe berpirs in.”

Bedran Hemo wiha pê de çû: "Dewleta Tirk di bêdengiya civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî de erêkirinekê dibîne û cezayên dîsîplînê ferz û rewa dike."

Hemo wiha dawî li gotina xwe anî: "Ji girtîgeha Îmraliyê ronahiya azadiyê tê û divê em bi fikrên Rêbertî ve girêdayî bin, da ku azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin û azadiya gelan misoger bikin."

′AJOYÊN CEZAYAN′

Welatiya bi navê Hêvîn Mihemed a ji heman taxê li ser mijarê wiha got: "Ji 25 salan ve Rêbertî di girtîgeha Îmraliyê de li gel dewleta Tirk ragirtiye û her demekê cezayên dîsîplînê ferz dike da ku parêzer û malbata wî pê re necivin."

Hêvîn niyetên desthilatên dewleta Tirk a dagirker li ser paşxaneya ferzkirina cezayên dîsîplînê yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan aşkera kirin û wiha got: "Ji ber ku fikrê rêbertî demokrat e û dikeve xizmetî civakan û ne desthilatan, dewleta Tirk a dagirker cezayên dîsîplînê li dijî wî dibire da ku wî ji gel qut bike."

/kr/uploads/files/2023/06/07/182624_-_1.webp

Welatiya bi navê Aytan Reşo jî hêrsa xwe li dijî wan cezayan anî ziman û wiha got: "Hevdîtina Rêbertî bi parêzer û malbata xwe re mafekî rewa ye û ew rêberekî navneteweyî ye û banga mafên gelê xwe û azadiya xwe dike. Çima ev yek pêk tê. Ev ceza li dijî wî sûc e."

Aytan bal kişand ser pêwîstiya aşkerakirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan û wiha dawî li gotina xwe anî: “Ji mafê wek gelê wî em rewşa Rêber Abdullah Ocalan bizanin û agahiyên wî bigihînin me.”

(fr)

ANHA