​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 8-6-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 8-6-2023
7 hezîran, 2023   23:00

Welatiyên Şêxmeqsûdê da zanîn ku mîna dewleta Tirk a dagirker CPT jî berpirsê ′cezayên dîsîplînê′ yên derqanûnî yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan e û got "Ji mafê me ye em rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan bizanin."(Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê astengiyên ji ber girtina ava çemê Firatê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve tên kişandin, bi hatina havînê re zêdetir dibin. Ew rewş bandoreke giran li gelek warên jiyanê dike. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Şebekyên madeyên hişbir li herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hewl didin li dibistan, malbat, park, xwaringeh, kafeterya û saziyên rêveberiya xweser jehriya xwe belav bikin. Torên jehriyê ku dermanxaneyan jî bikar tînin, herî zêde zarok, jin û ciwanan dikin hedef.

Stranên ku ji awazên wî ne, ji aliyê gelek hunermendên mezin ve hatine gotin û li seranserî Kurdistanê belav bûne, gelo ew hunermendê muzîkjen ê ku 40 salên temenê xwe di xizmeta hunera Kurdî dane de kî ye? (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Cara yekemîn di dîroka Tirkiyeyê de, hilbijartinên serokatiyê derbasî qonaxa dubarekirinê dibin piştî ku muxalefet bû yek û li ser maseyekê û li dû namzetekî komî ser hevûn. Gelo ev muxalefet dikare yekitiya xwe û hevsengiya helwestên xwe li hember pergala Erdogan bidomîne yan jî dê vegere bahoza nakokiyan û hevbendiyên partiyetî?

Meclisa Jinan a Sûriye bi hevkariya Navenda Jineolojiyê ya Helebê werşeyek kar bi navnîşan “Zanist û teknolojî, banorên wê li ser gerdûnê” li hola civînan a MSD`ê ya li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar dixe saet di 11:00`an de. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê merasîma sersaxiyê ya şehîd Sozdar Osê, li gundê Girzîro li dar dixe saet di 11:00`an de. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Dibistanên herêma Cizîrê bawernameyên dawiya salê li xwendekarên dibistanên seretayî, navîn û amadehî belav dike. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo merasîma sersaxiyê ya şehîd Xezal Mihemed li dar dixe. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên kantona Kobanê û Yekitiya jinên Ciwan a herêma Firatê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li qada Şehîd Egîd a Kobanê xwepêşandan li dar dixe saet di 18:00`an de. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

ANHA