Ji hilbijartinên şaredariyan re 8 meh mane, çi ji muxalefeta Tirkiyeyê tê xwestin?

Cara yekemîn di dîroka Tirkiyeyê de, hilbijartinên serokatiyê derbasî qonaxa dubarekirinê dibin piştî ku muxalefet bû yek û li ser maseyekê û li dû namzetekî komî ser hevûn. Gelo ev muxalefet dikare yekitiya xwe û hevsengiya helwestên xwe li hember pergala Erdogan bidomîne yan jî dê vegere bahoza nakokiyan û hevbendiyên partiyetî?

Ji hilbijartinên şaredariyan re 8 meh mane, çi ji muxalefeta Tirkiyeyê tê xwestin?
8 hezîran, 2023   03:30
QAHÎRA-MUHSIN EL MISRÎ

Piştî 8 mehan wê hilbijartinên şaredariyan li Tirkiyeyê dest pê bikin. Ji bo muxalefetê ev astengiya yekemîn e piştî ku nekarî pergala Erdogan di hilbijartinan de bi bin bixe.

Gelek bi fikar in ku binkeftina namezetê muxalefetê di hilbijartinên serokatiyê de bandor li hevgirtina hêz û partiyên li dijî Erdogan bike. Nexasim di hin raporan de behsa hebûna nakokiyan di nav CHP`ê de ku Kemal Kiliçdaroglu yê di hilbijartinên serokatiyê de bi bin ketiye, serokê wê ye.

Di raporan de tê gotin, di nav partiyê de bang li Kemal Kiliçdaroglu tê kirin ku îstifa bike û rê bide Ekrem Îmamoglu û Mansûr Yavaş re bihêle.

Hin çavdêr jî diyar kirin ku bang li muxalefetê tê kirin ku derfet û îmkanên din bide rêveberên ciwan da ku asta ku di hilbijartinên serokomariyê de bi dest xistibû biparêze û bloka ciwanên Tirkiyê bikişîne nav rêzên xwe.

CENGA ŞAREDARIYAN

/kr/uploads/files/2023/06/07/183236_.webp

Pirsporê kar û barên Tirkiyeyê Osama El Seîd diyar kir ku muxalefeta Tirkiyeyî, di hilbijartinan de gelek destkeftî bi dest xistin, divê li ser wê esasê, di hilbijartinên şaredariyê de, amade bin.

El Seîd wiha domand: “Divê muxalefet, li beramberî paşketina navdariya AKP`ê di hilbijaritnên parlamentoyê de ku hejmara kursiyên bi dest xistine bi rêjeya ji sedî 7 kêm bûye, asta ku di hilbijartinên serokkomariyê de bi destxistibû, baş bi kar bîne.”

El Seîd destnîşan kir ku AKP`ê, di hilbijartinên bê de, dê hewl bide navdariya xwe ya di hilbijaritnên parlamentoyê de winda kiriye, dîsa bi dest bixe û ev li gotinên xwe zêde kir: “Li Tirkiye, hilbijartinên şaredariyan gelek girîng e. AKP`ê, ji destdana serokatiya şaredariya Stenbolê ji bîr nekiriye. Tevî hemû hewldanên Erdogan û dubarekirina hilbijartinan, lê muxalefetê şaredariya Stenbolê bi dest xist.”

Li gorî El Seîd, muxalefet, tecrubeyeke gelek girîng ji hilbijartinên serokkomariyê girtiye û êdî fêm dike ku hevgirtin û bi destxistina asta herî nizm a hevbendiyê di navbera partiyên xurt de, dê helwesta wê li hember AKP`ê çêtir bike û wiha pê de çû: “Derbasbûna qonaxa duyemîn, ku cara yekemîn e di dîroka Tirkiyeyê de çêdibe, ne ewqas hêsan e û gelek girîng e.”

 El Seîd anî ziman ku muxalefetê di hilbijartinên parlamentoyê de, gelek kursî di parlamentoyê de bi dest xist. Ev dê derfetê bide wê ku roleke siyasî ya bihêztir di pêvajoya bê de bilîze.”

RÛYÊN NÛ

Li gorî El Seîd, divê muxalefet derfetê bide ciwanan û divê tecrube ji hilbijartinên serokkomariyê de bibe û got: “Eger namzetê muxalefetê ciwantir bûye, şansên biserketina wî di hilbijartinan de dê zêde bûna. Dibe ku surprîzek çêbûba û Erdogan bi bin ketiba.”

Her wiha El Seîd diyar kir ku derxistina pêş a ciwanan, qada siyasî ya Tirkiyeyê dewlemendtir kir ku tevlêbûna dengdêrên ciwan di hilbijartinan de li hilbijartinan xwedî bandoreke mezin bû.

TECRUBEYÊN HILBIJARTINAN

Der barê îhtîmala parçebûna muxalefetê de, El Seîd got: “Parçebûna muxalefetê, derxistina pêş a berjewendiyên partiyetî yên teng, divê muxalefet van mijaran derbas bike. Êdî ev partî û siyasetmedarên wê, xwedan asteke gihîştî ne. Dihêle em pêşbîn bikin ku dê siyaseteke baş di hilbijartinên şaredariyan de bimeşîne. Lê divê muxalefet venegere rêgeza berê û li paş nêrînên partiyetî yên teng nebe yek, yan jî dê AKP`ê vê firsendê bi kar bîne.”

El Seîd destnîşan kir ku di hilbijartinan de hevbendî di navbera partiyên ilmanî û netewî de çêbûn mîna hevbendiya CHP û Zafer Partisî û got: “Dikarin mîna vê hevbendiyê dubare bikin. Ji bo ku partiyên xwedî ideolojiyên cuda lê berjewendiyên wan yek in, nêzî hev bibin kar û xebatê bikin.”

Di dawiyê de pisporê kar û barên Tirkiyeyê, Osama El Seîd got: “Divê muxalefet dersê ji hilbijartinên berê derxîne. Divê bilez kaxizên di destê xwe de ji nû ve rêz bike, rûyên nû bide pêş, divê nifşê damezrîner xwe bide aliyekê, rê li pêşiya rûyên nû veke ji bo ku binesaziya partiyetî ya muxalefetê biguhere. Bi şêwazekê ku bala bloka dengdêran a girîng bikişîne ku pê bikare pergalê biguhere.”

ZEHMETIYA BÊ

/kr/uploads/files/2023/06/07/183219_.webp

Lêkolînerê kar û barên Tirkiyeyê Mihemed Hamid der barê mijarê de wiha axivî: “Muxalefet, piştî ku li dora namzetekê kom bû û partî li ser maseya şeşgoşeyî kom kir, em dikarin bêjin ku asta herî zêde ya ku dikare bike, kir. lê zehmetiya li pêş wê, ew ku gelo dikare van hevbendiyan bidomîne ruxmî ku bingeha wê hevbendiyên hilbijartinan e.”

Li gorî Hamid zehmetiya li pêşiya muxalefetê, jidestnedana serokatiya şaredariyên Stenbol û Enqere ye.

Hamid da zanîn ku muxalefetê di hilbijartinên serokkomariyê de gelek destkeftî bi dest xistin û bi rêya wan nameyên xurt ji pergalê re nîşan dan ku beşa herî mezin a gelê Tirkiyeyê, ji siyasetên Erdogan û AKP`ê ne razî ye.

Hamid di dawiyê de got: “Encamên hilbijartinan û bandorên wê, li ser hikumetê diyar bû. Erdogan di hikumeta nû de cih neda zafayê xwe.”

(şx)

ANHA