`Biryara dirêjkirina 6 mehan a qedexeya hevîdîtinê li dijî peymanên navneteweyî ye`

Însiyatîfa Nûn a ji bo azadiya Ocalan tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û biryara desthilata dewleta Tirk a dagirker dirêjkirina dema wê, red kir û got ew biryar li dijî qanûn û peymanên navneteweyî ye.

`Biryara dirêjkirina 6 mehan a qedexeya hevîdîtinê li dijî peymanên navneteweyî ye`
3 hezîran, 2023   13:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya daxuyaniyên şermezarkirina dirêjkirina 6 mehan a qedexeya hevdîtinê li Rêber Abdullah Ocalan de, Însiyatîfa Nûn a ji bo Azadiya Ocalan daxuyaniyek da.

Însiyatîfê di daxuyaniya xwe de got piştî bidawîbûna hilbijartinan û eşkerebûna encamên wê, desthilata dewleta Tirk rêzefîlma komploya navneteweyî domand ku dema cezayên dîsplînî li dijî Rêber Abdullah Ocalan heta 6 mehên din dirêj kir.

Însiyatîfê diyar kir ku bi vê biryarê re, tecrîda mutleq a li ser Rêber Abdullah Ocalan kete serdemeke din ku hevdîtinên wî bi malbat û parêzeran re qedexe ne, ji wê tê wateya ku veşartina hemû agahiyên li ser Rêber Abdullah Ocalan û tenduristiya wî çi di aliyê derûnî yan jî bedenî de.

Însiyatîf anî ziman ku ew tecrîdê û biryara dirêjkirina 6 mehan a qedexeya hevdîtinê red dike, ji ber ku ne rewa ye û nakeve çarçoveya qanûnên navneteweyî, ji wê zêdetir li dijî peymanên mafên mirovan e ku mafên girtiyên siyasî nas dike.

Însiyatîfê destnîşan kir ku dewleta Tirk bi israr e ku guhên û çavên xwe li ber van qanûnan bigire.

Di dawiyê de însiyatîfê bang li gelên azadîxwaz, hêzên navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û mirovî yên navneteweyî kir ku piştgiriya azadiya Abdullah Ocalan bikin, van cezayan red bikin û tecrîda dermirovî bi dawî bikin.

Her wiha bêdengiya navneteweyî ya li hember doza Rêber Abdullah Ocalan û gelê Kurd şermezar kir û soz da Rêber Abdullah Ocalan ku têkoşînê bidomîne heta ku azadiya wî ya fîzîkî bi dest keve.

(şx)