Hevbendiyên nû yên Îranê û welatên Kendavê

Rayedarekî leşkerî yê payebilind ê Îranê eşkere kir ku dê Îran û dewletên Kendavê koalîsyoneke deryayî ya hevbeş ava bikin.

Hevbendiyên nû yên Îranê û welatên Kendavê
3 hezîran, 2023   10:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Fars a Îranê, fermandarê Hêzên Deryayî yê Îranê Şahram Îranî ragihand ku koalîsyonên herêmî û navneteweyî yên nû tên avakirin û da zanîn ku dê welatê wî û dewletên herêmê (Siûdî, Îmarat, Qeter, Behreyn, Iraq) di demeke nêz de koalîsyoneke deryayî ya hevbeş çêkin.

Îranî bal kişand ser koalîsyona deryayî ya di navbera Îran, Rûsya û Çînê de jî û got: “Ev koalîsyona sêalî bi Rûsya û Çînê re tê bipêşxistin. Salane tetbîqat tên kirin. Li kêleka wê, hevbendiyên nû yên herêmî jî hene.”

(c)