Wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê diçe Bexdayê

Wezareta Karên Derve ya Iraqê ragihand ku wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel Mîqdad dê îro êvarê bigihêje Bexdayê.

Wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê diçe Bexdayê
3 hezîran, 2023   09:06
 NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Sahaf daxuyand ku wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel Mîqdad îro êvarê dê bigihêje Bexdayê û sibê dê dest bi bernameya serdana xwe bike.

Sahaf got: “Dê Mîqdad bi cîgirê serokê Meclisa Wezîran û wezîrê karên derve Fûad Hisên re hevdîtinê bike, piştre dê bi serokê hikumetê, serokkomar, serokê parlamentoyê û serokê Meclisa Dadgehê ya Bilind re bicive.”

Li gorî Sahaf, di serdanê de dê têkiliyên dualî yên Bexda-Şamê û rola Iraqê di vegerandina Sûriyeyê li Komkara Erebî de, bên nîqaşkirin.

(c)