Konferansa damezrêner a Elsade El Eşarif Al Elbeyt dest pê kir-HATE NÛKIRIN

Konferansa damezrêner a Elsade El Eşarif Al Elbeyt a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir.

Konferansa damezrêner a Elsade El Eşarif Al Elbeyt dest pê kir-HATE NÛKIRIN
3 hezîran, 2023   08:07
​​​​​​​TEBQA

Beriya çend deqeyan konferansa damezrêner a Elsada El Eşarif Al Elbeyt li Navenda Çand û Hunerê a bajarê Tebqayê dest pê kir. Konferans bi dirûşmeya “Bi exlaqê te ey pêxemberê xweda em bilind dibin” tê lidarxistin. Hejmarek mezin a oldaran, nûnerên saziyên olî, nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl tev li konferansê bûne.

Konferans bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hevseroka Meclisa Rêveber a Tebqayê Hind El Elî axaftina destpêkê kir, bixêrhatina mêvanan kir û lidarxistina konferansê li dar xist û got: “Lidarxistina konferansê bi saya şehîdan e, yên ku ji bo rizgarkirina vê herêmê tiştê herî giranbiha feda kirin. »

Konferans bi axaftinan berdewam dike. Li gorî bernameya konferansê, dê li ser navê Îslama Demokraîtk, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Sûriya Demokratîk û hin saziyên din axaftin werin kirin.

Her wiha dê ayatên Quranê bên xwendin, rêzikname bê xwendin, dê nîqaş li ser bê kirin û were erêkirin. Piştre dê meclisa hevserokatiya saziyê bê hilbijartin.

(c)

ANHA