Li Hindistanê qezaya trênê: 288 mirî

Li Hindistanê 3 trên li hev qelibîn û di encamê de 288 kesan jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Li Hindistanê qezaya trênê: 288 mirî
3 hezîran, 2023   08:03
NAVENDA NÛÇEYAN 

Duh li Bhûbaneswarê ku paytexta eyaleta Odîşa ya Hindistanê ye, 3 trên li hev qelibîn. Li gorî rayedarekî payebilind, 288 kesan jiyana xwe ji dest daye û 900 kes jî birîndar bûne.

Rayedar dibêjin dibe ku hejmara miriyan zêdetir bibe.

Bi beşdarbûna bi sedan endamên tîmên rizgarkirinê xebatên lêgerîn û enqazê dewam dikin.

Têkildarî sedemên qezayê heta niha daxuyanî nehatine dayîn.

(bb)