​​​​​​​Şehîd Amed Enteriyê hat oxirkirin

Şêniyên Qamişlo û gundewarên wê cenazeyê şervanê QSD′ê Kadar Ebdurehîm Îsa (Amed Enteriyê) li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan oxir kir.

​​​​​​​Şehîd Amed Enteriyê hat oxirkirin
​​​​​​​Şehîd Amed Enteriyê hat oxirkirin
​​​​​​​Şehîd Amed Enteriyê hat oxirkirin
​​​​​​​Şehîd Amed Enteriyê hat oxirkirin
​​​​​​​Şehîd Amed Enteriyê hat oxirkirin
​​​​​​​Şehîd Amed Enteriyê hat oxirkirin
​​​​​​​Şehîd Amed Enteriyê hat oxirkirin
​​​​​​​Şehîd Amed Enteriyê hat oxirkirin
​​​​​​​Şehîd Amed Enteriyê hat oxirkirin
2 hezîran, 2023   10:58
QAMIŞLO

Şêniyên Qamişlo, endamên saziyên civaka sivîl, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Kongra Star, partiyên siyasî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên leşkerî beşdarî merasîma oxirkirina şervanê QSD′ê Amed Enteriyê bûn.

Amed Enteriyê di 30′ê Gulanê de li Reqayê dema berê xwe dida Qamişloyê ku erka xwe pêk bîne, di qezayekê de şehîd bûbû.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Şemsêxan Gulo axivî û wiha got: "Em sersaxiyê ji malbtên şehîdan û hevrêyên Amed ên li eniyên berxwedanê re dixwazin."

Şemsêxan Gulo wiha domand: "Em di qonaxeke hestiyar re derbas dibin. Ev qonaxa man û nebûnê ye. Erdogan careke din di hilbijartinan de bi ser ket û dê êrişên xwe li dijî me zêde bike. Duh êrişî Şengalê kir, Wargeha Mexmûrê dorpêç dike û cezayên dîsîplînê li dijî Rêber Abdullah Ocalan û qedexeya hevdîtinê heta 6 mehên din ferz kirin."

Şemsê wiha dawî li gotina xwe anî: "Di dîrokê de Kurd di gelek komkujiyan re derbas bûn lê Kurdan careke din serî hilda û îsbat kir ku ew dev ji doza xwe bernadin."

Li aliyekî din jî hevrêyê şehîd Huner Qamişlo lehegî û fedakariya şehîdan silav kir û wiha got: "Me bi hezaran şehîd dan û bi saya wan me destkeftiyên leşkerî bi dest xistin."

Huner Qamişlo anî ziman ku şehîd Kadar ji 2013′yan ve bi wan re şer dikir. Di gelek pêngavên QSD′ê; Kobanê û gundewarên wê, bajarokê Sirîn, Til Hemîs, Til Birak, pêngava Şehîd Rûbar a rizgarkirina Qamişlo, Kobanê, Şedadê, Minbic û rizgarkirina Tebqayê, rizgarkirina Reqayê û şerê têkbirina terorê li Dêrazorê, pêngava Baxozê, Şengalê de beşdar bû. Her wiha di veguhastina êzidiyan li xaka Rojava û vekirina rêya ewle de jî beşdar bû.

Her wiha bavê şehîd Kadar, Ebdurehîm Îsa jî wiha got: "Em soz didin şehîdan heta serkeftinê li ser şopa wan bin."

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Revîn Şêxmûs wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Di nava tilîliyên dayikan de şehîd Amed Enteriyê hate oxirkirin.

(fr)

ANHA