Sullivan û Hanegbi dosyaya nukleerê ya Îranê nîqaş kir

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Koşka Spî Jake Sullivan bi hemşpîşeyê xwe yê îsraîlî Tzachi Hanegbi re dosyaya nukleerê ya Îranê nîqaş kir.

Sullivan û Hanegbi dosyaya nukleerê ya Îranê nîqaş kir
2 hezîran, 2023   10:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Koşka Spî Jake Sullivan bi hemşpîşeyê xwe yê Îsraîlê Tzachi Hanegbi re dosyaya nukleerê ya Îranê û rêbazên astengkirina wergirtina çekên nukleer ji aliyê Îranê ve, nîqaş kir.

Li gorî daxuyaniya Koşka Spî, her du aliyan sekna li hember gefên çekên nukleer jî nîqaş kiriye.

Sullivan ragihand ku rêveberiya Amerîkayê hewl dide ewlehiya Îsraîlê û hevgirtina wê ya herêmî li tevahî Rojhilata Navîn geş bike.

(fr)