Ji ber dilxwazî û hezkirina wî ya mûzîkê bû hunermend

Huner stûneke bingehîn a geşpêdana jiyana civakê û vejandina bîra wê ye. Di şoreşên gelan de cihekî girîng digire. Hunermendan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mohreke diyar li şoreşa herêmê dane ku roleke girîng di ragihandina dengê şoreşê de lîst. Ji wan hunermend Eymen Şakir e.

Ji ber dilxwazî û hezkirina wî ya mûzîkê bû hunermend
2 hezîran, 2023   04:20
HESEKÊ-CAN FEDA ILÊWÎ

Eymen Şakir li navçeya Dirbêsiyê sala 1973`yan ji dayîk bûye. Bavê du zarokan e. Ji biçûkahiya xwe dest bi hunerê kiriye. Li amûrê ûdê dide ku bavê wî jê re kiriye. Li ber destê hunermendê nemir Seîd Yusif fêrî mûzîkê bûye. Di 13 saliya xwe de yanî sala 1986`an, derbasî qada hunerê bûye ku dest bi fêrkirina dewreyên mûzîkê kir. Ev jî kesayeta wî ya hunerî û têkiliya wî bi qada hunerî re xurttir kir.

Şakir got: “Di refa 7`ê de bûm, li ber destê mamoste Xalid Silêman fêr bûm. Me ûd pejirand ji ber ku gelekî jê hez dikim.”

Li gorî Şakir, di amadehî de tevî malbata xwe koçberî Şamê dibin û li wir tev li Paymengeha Bilind a Mûzîkê dibe ji bo ku bi rêbazên pîşeyî û akademîk fêrî mûzîkê bibe. Li rex mijarên bingehîn ên mûzîkê jî, Şakir di xwendina nota û solfêcê de lêhûrbûn kir û di heman demê de dest bi fêrbûna lêdanê û stranbêjiyê kir.   

Sala 2003`yan, Şakir gelek hunermendên iraqî nas dike di nav de Yasir Xidir û Sadûn Cabir hene ku ji ber şerê Iraqê yê wê demê li Şamê bi cih bûbûn. Her duyan bandor li Şakir kir û wî jî sûd ji tecrubeyan wan di mûzîkê de girt û behreya xwe bi pêş xist. Di encamê de li Şamê di şahiyan û xwaringehan de şahî li dar xistin. Her wiha tev li şahiyên li Beyrût û Urdunê jî bû.

Şakir, wisa jiyana xwe ya hunerî domand heta destpêkirina şoreşa Rojava ku vegeriya bajarê xwe Dirbêsiyê. Di bin siya Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê de dest bi kar kir û tev li Koma Şehîd Zîlan bû. Têkildarî wê got: “Min xwest xizmeta şoreşê bikim û bi rêya komê ku di 1996`an de ava bûye dengê xwe ragihînim. Koma me ji 12 hunermendan pêk tê. Her yek ji wan hunerên cuda pêşan dide. Komê gelek alîkariya min kir ku behreya xwe pêş bixim.”

LI CEM WÎ 10 BERHEMÊN HUNERÎ HENE

Koma Zîlan a Navenda Çand û Hunerê ya Dirbêsiyê Eymen Şakir teşwîq kir ku gelek stranan li ser şoreşa Rojava, welat binivîse û stranên şoreşgerî amade bike ku pê morala şervanan bilind bike. Li cem wî 10 berhem hene, giş gotin, awaz  a wî ne. Mîna Rojava bûka Sûriyeyê ku li herêmê gelek belav bûye. Şakir hez dike ku stranan bi mêrdilî, kurdî û erebî bêje.

Şakir gelek ji stranên girêdayî dayîkê hez dike. Ji ber wê strana “We bêriya min kir yadê” çêkir ku ji çanda mêrdlî ye û behda bêrîkirina dayîkê dike. Li rex wê jî, stranek li ser pêngava Gurzê Gelan nivisî ji bo piştgiriya berxwedana şervanan bike.

Der barê vê mijarê de Şakir got: “Ji ber hezkirina me ya zêde ji bo welêt û dayîka min, ev her du stran di jiyana min a hunerî de xwedî girîngiyeke mezin in.”

`DIVE ÇANDA KURDI WERE PARASTINA`

Şakir banga parastina çanda kurdî û pêşxistina wê kir û got: “Di vê dawiyê de piraniya hunermendên me, meyla hunera rojavayî dikin û taybetmendiya kurdî lê bar dikin. Awazên rojavayî ne xirab in lê divê em girîngiyê bidin awazên kurdî û vejandina çanda kurdî, da ku reseniya wê biparêzin. Lê bi rê û rêbazên kurdî ne bi rêbaza rojavayî.”

(dm/şx)

ANHA