​​​​​​​'Divê gelê herêmê ji bo pêkanîna azadiya Rêber Abdullah Ocalan xwe bispêre xwe'

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku divê gelê herêmê ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî xwe bispêre xwe, ji ber ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya gel e.

​​​​​​​'Divê gelê herêmê ji bo pêkanîna azadiya Rêber Abdullah Ocalan xwe bispêre xwe'
1 hezîran, 2023   23:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, asta têkoşîn û çalakiyên xwe bilind dikin. Tevî ku gelek daxwaznameyên fermî ji bo pêkanîna hevdîtinekê bi Rêber Abdullah Ocalan re ji dozgeriya giştî ya Bursa û rêveberiya girtîgeha Îmraliyê re têne şandin, lê tecrîda giran a li ser hatiye ferzkirin didome û hevdîtinên bi malbat û parêzeran re lê hatiye qedexekirin.

Rêber Abdullah Ocalan ji zêdetirî 24 salan ve di encama komployeke navneteweyî de di sala 1999'an de dîl hate girtin û li girtîgeha Îmraliyê ya Tirkiyeyê tê ragirtin.

Endama Kongra Star Şadiye Yûsif tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û piştrast kir ku ew tecrîd tunekirina nasnameya gelê Kurdistanê ye yê ku li ser şopa fikrê Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiyê tê dikoşe.

Şadiye destnîşan kir ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna armancên wî yên rizgarkirina jinan ji hişmendiya baviksalariyê têkoşîna xwe bidomînin.

DESTHILATA FAŞÎZMA TIRK JI MIROVAHIYÊ DÛR E

Welatiya bi navê Wesfiye Murad diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker mafên sereke yên hemû pêkhateyên Tirkiyeyê û derveyî wê jî binpê kiriye û got: "Girankirina tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan jî piştrast dike ku desthilata Tirk a faşîst ji mirovahiyê dûr e."

Wesfiye Murad bêdengiya rêxistinên hiqûqî ya li hember doza Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya gelên azadîxwaz e.

Her wiha, welatiya bi navê Samiye Xelîl tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Em dê rêya Rêber Abdullah Ocalan bişopînin, nexasim em jinên pêkhateya Ereb; ji ber ku bi saya fikrê wî em rizgar bûn."

Rêvebera Rêxistina Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a Sarayê şaxê herêma Firatê Helîme Osman tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku tecrîd planeke dewleta Tirk a dagirker e da ku têkiliya gel bi rêber Abdullah Ocalan re qut bike û got: "Wî gel vejand û wî rola jinan vegerand û jin rizgar kirin."

Helîme wiha lê zêde kir: "Rêber Apo cudahî nexist di navbera ziman, pêkhate û olên li Kurdistanê de. Ew ji bo hemû gelên bindest tê koşiya, ji ber wê jî ew rêberekî dîrokî û fîlozofekî hemdemî ye."

Helîme bang li hiqûqnasan kir ku rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan eşkere bikin.

'FIKRÊ RÊBER APO PLANÊN PERGALÊN ZORDEST TÊK BIRIN'

Der barê heman mijarê de, endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya herêma Firatê Bêrîvan Îsmaîl wiha axivî: "Cîhan tev dizane ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi sedema tirsa pergalên zordest a ji hişyarbûna gelan e. Fikrê Rêber Abdullah Ocalan planên wan pergalan têk birin ji ber wê jî ew ji dewleta Tirk a dagirker dixwazin ku tecrîdê li ser wî giran bike."

Bêrîvan Îsmaîl destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan jin ji bindestiyê û hişmendiya zayendperestiyê rizgar kirin û ew êdî di hemû qadên jiyanê de xwe îsbat dikin û got: "Divê her jinek dengê xwe li hember wan pergalan bilind bike û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan têk bibe."

Bêrîvan diyar kir ku hemû dewletên ku li hember doza Rêber Abdullah Ocalan bêdeng in, hevkarên dewleta Tirk a dagirker in, ji ber wê jî divê gelê herêmê ji bo bidawîkirina tecrîdê xwe bispêre xwe, ji ber ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya gel e.

TÊKBIRINA KOMPLOYÊ

Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê Cîhan Derwîş destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan girîngî da jinan ji ber ku wî di wan de azadiya gelan dît û got: "Bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan jin rizgar bûn, ji ber wê jî divê jin li hember dijmin serî hildin û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û komploya li dijî wî têk bibin."

 (mh/şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/iEhw6_sOAqo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>