​​​​​​​Hikumeta Şamê buhayê sotemeniyê careke din zêde kir

Di nava 6 mehan de hikumeta Şamê buhayê sotemeniyê 3 caran zêde kir. Şêniyan diyar kir ku ji ber van biryaran ciwan bê hêvî bûne û li rêya koçberiyê digerin.

​​​​​​​Hikumeta Şamê buhayê sotemeniyê careke din zêde kir
2 hezîran, 2023   03:10
ŞAM - EŞTAR EBDULFETAH

Hikumeta Şamê buhayê sotemeniyê zêde kir. Lîtreyeke benzîna oktan ji 95 lîreyan gihaşt 7 hezar û 600 lîreyan. Buhayê tupeke gazê jî gihaşt 15 hezar lîreyan, lê li bazarên reş gihaşt 50 hezar lîreyan. Her wiha buhayê tupa gazm ya pîşesaziyê gihaşt 75 hezar lîreyan.

Li gel aloziya veguhastin û buhabûnê, biryarên hikumeta Şamê rastî bertekan hatin. Lê hikumeta Şamê her ku biryarekê dide, hincetan jê re diafirîne.

Li gundewarên Şamê (Rîf Dîmeşq) xwediyê dikaneke tamîrkirina erebeyan ji ber sedemên ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike, li ser bihabûnê sotemeniyê û bandorên wê got: "Ev ne cara yekemîn e ku buhayê benzîna oktan zêde dikin. Di nava 6 mehan de 3 caran buha zêde kirin. Welatî pirî caran 5 hezar lîreyan ruşwetê didin da ku karê xwe bimeşînin. Firotina erebeyan sekiniye. Sedema vê yekê tunebûna benzînê û bihabûnê wê ye. Ev yek bandorê li rewşa kolanên Sûriyeyê dike. Sedema van hemûyan bilindkirina buhayê benzînê ye.”

Li Pira Reîs a Şamê ku nuqteya derketina erebeyên veguhestina giştî ye, welatî bi seatan li benda erebeyê disekinin, car caran jî welatî ji bo cihê xwe di erebeyê de bigirin, bi hev dikevin.

Li ser vê pirsgirêkê Ehmed ê xwendekarekî Fakulteya Endazyariya Medenî got: "Buhayê benzînê bû 7 hezar û 600 lîre. Ji ber vê yekê heqê teksiyan pir biha bûye. Ez li basên kesk siwar dibûm, lê di dema ezmûnan de neçar diman ku bi teksiyan biçim zanîngehê û vegerim malê, ji bo vê yekê pêwîstiya min bi 30 hezar lîreyên Sûriyeyê heye. Di basên kesk de pir qerebalix çêdibe.”

Endamê Komeleya Parastina Mezêxeran aborînas Fîras Nedîm ê ji Şamê li ser mijarê got: "Ne tenê bilindkirina buhayê benzînê sedema sereke ya bilindbûna buhayê kel û pelan e, lê gelek faktorên din ên buhabûnê hene. Nemaze rewşa aborî ya ku em tê re derbas dibin, daketina nirxê lîreyê Sûriyeyê û zêdebûna buhayê madeyên hundirîn û yên derve, dîsa jî buhayê madeyên sereke yên pîşeyî û biryarên hikumetê bandoreke giran li dabînkirina pêdiviyên rojane yên welatiyan dike."

Ji ber rewşa aborî ya xirab, bêkarî û kêmbûna mûçeyan bêhêvîtî û bêçarebûn li gel welatiyan çêbûye. Biryarên giran ên hikumeta Şamê mîsogerkirina jiyaneke birûmet û edaleta civakî zehmettir dikin. Li tevahî herêmên hikumeta Şamê xizanî serwer e û derketina derveyî welat bûye xeyala ciwanan.

(bb)

ANHA