​​​​​​​5 leşkerên Tirk hatin kuştin

Artêşa Tirk a dagirker êriş bir ser qadên gerîla yên li Werxelê û di encama bersiva gerîla de 5 leşkerên Tirk hatin kuştin.

​​​​​​​5 leşkerên Tirk hatin kuştin
1 hezîran, 2023   12:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrişên artêşa Tirk a dagirker û berxwedana gerîla ya li hember êrişan daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin:

"Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin. Di encama êrişan de şer qewimî û hêzên me ji bo xwe biparêzin bersiv dan. Artêşa Tirk 10 caran bi balafirên şer, 44 caran jî bi obus û tankan bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barand. Di heman demê de hewl da çeperên me yên berxwedanê bi kepçeyan hilweşîne û li qadê bikeve çeperê. Hêzên me bersiva vê yekê jî da. Di şer de 5 dagirker hatin cezakirin.

Li rojavayê Zapê;

30'ê Gulanê saet di 13:30'î de dagirkeran êriş birin ser hêzên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê û hewl da lê bi cih bibe. Hêzên me ji bo xwe biparêzin bersiv dan. Di encama vê yekê de pêşî li dagirkeran hate girtin ku hewl didan bikevin çeperê. Saet di 16:40'î de dagirker careke din ketin nava hewldanan û êriş kirin. Hêzên me bersiv dan.

31'ê Gulanê saet di 12:15'an de dagirkeran êrişî hêzên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê kir û hewl da bikeve çeperê. Hêzên me ji bo xwe biparêzin bersiv dan. Piştre jî artêşa Tirk a dagirker bombe li qada berxwedanê barand.

Li herêma Avaşînê;

30'ê Gulanê saet di 08:00 de dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Werxelê ketin nava liv û tevgerê û êrişî hêzên me kirin. Hêzên me jî ji bo xwe biparêzin bersiv dan. Di encama şer de 5 dagirker hatin cezakirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker;

30'ê Gulanê li Metînayê qadên Girêr Çarçel û Gundê Şelazê 2 caran, li rojavayê Zapê qadên Girê Bahar, Girê Cûdî û Girê Amediyê 7 caran, li Garê qada Girê Zengilê carekê bi giştî 10 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

30 û 31'ê Gulanê li rojavayê Zapê qadên berxwedanê yên Girê FM'ê û Girê Cûdî, li rojhilatê Zapê çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê 44 caran bi obus û tankan hatin bombekirin.

Artêşa Tirk a dagirker 30 û 31'ê Gulanê êriş bir ser çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê û hewl da bi kepçeyan çeperan hilweşîne.

Artêşa Tirk a dagirker 30 û 31'ê Gulanê çeperên me yên berxwedanê yên li Çemçoyê bi çekên ferdî û giran bombe kir û hewl da hilweşîne.”