‘Siyaseta Tirkiyeyê ya avê gefan li ewlehiya xwarinê dixwe’

Navenda Erebî ya li Washingtonê bikaranîna dosyaya avê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, wek rêbazeke zextê ya li dijî Iraqê û Sûriyeyê şermezar kir û hişyarî li ser gefên li dijî ewlehiya xwarinê ya li her du welatan da.

‘Siyaseta Tirkiyeyê ya avê gefan li ewlehiya xwarinê dixwe’
1 hezîran, 2023   12:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Erebî ya li Washingtonê got kêmbûna avê li Iraq û Sûriyeyê ji ber siyasetên rejîma Tirkiyeyê ku projeyên mezin li ser çemên Dîcle û Firatê çêdike, gefan li ewlehiya xwarinê ya her du welatan dixwe. Dewleta Tirk têkildarî parên welatên din ên avê îtîrafê bi peymanên navneteweyî nake.

Navenda Erebî di rapora xwe de got bi sedema avakirina bendavan û avdanê û planên rêvebirina avê ji aliyê dewleta Tirk ve, çemên Dîcle û Firatê gelek zirar dîtin.

Di raporê de hate gotin berdewama van siyasetan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve dê bandorê li herikîna avê bike. Her wiha hişyarî li ser zêdebûna çolistanê li herêmên dûrî çem kir.

Navenda Erebî ya li Washingtonê bikaranîna avê ji aliyên rejîma Tirkiyeyê ve wek rêbazeke zextê ku dewletên cîranê tawîzan bidin, şermezar kir. Di raporê de îşaret bi qutkirina avê ji ser herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê Enqereyê ve û mehrûmkirina milyonan welatiyan ji avê kir.

Li Iraq û Sûriyeyê bandorên hişkesaliyê zêde dibin, bi taybet bi kêmbûna ava bendavan di salên dawîn de, ji ber qutkirina ava çemên Dîcle û Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û Îranê ve. Li gorî NY′yê Iraq welatê pêncemîn ê cîhanê ye ku bandora hişkesaliyê lê bûye.

Di wêne û dîmenên li ser medyayên dîjîtal de hatine parvekirin diyar dibe ku çema Dicle ku di parêzgeha Mîsan a başûrê Iraqê re derbas dibe ziwa bûye. Sedema wê jî bi gelek hêmanên bandor bûye; bendava Elîso.

Dewleta Tirk çemên di sînorê wê re derbas dibin li dijî gelên Sûriyeyê û Iraqê bi kar tîne. Dewleta Tirk ji 5 salan ve bi rêjeya ji sedî 60-70 parên ava çemên Dîcle û Firatê didize.

Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) di lêkolîneke xwe ya nû de ku li ser 9 parêzgeh, 29 herêm û 262 cihên li Iraqê çêkiriye, eşkere kir ku di encama guhartina avhewayê û tevliheviya jîngehê de herî kêm 55 hezar û 290 welatî li welêt di navbera 2016′an û 2022′yan de koçber bûne.

(fr)