Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan: Qedexeya hevdîtinê derqanûnî ye

Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan diyar kir ku dewleta Tirk ji dema revandina Rêber Abdullah Ocalan ve tevahî qanûn û peymanên navneteweyî binpê dike û got gelê Kurd û şopdarên Rêber Abdullah Ocalan dê têkoşîna ji bo mîsogerkirina azadiya wî ya fîzîkî bidomînin.

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan: Qedexeya hevdîtinê derqanûnî ye
1 hezîran, 2023   09:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Desthilata Tirk biryara qedexeya hevdîtina Rêber Abdullah Ocalan a bi parêzer û malbatê re 6 mehên din dirêj kir. Ji 25'ê Adara 2021'ê ve agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayên wergirtin. Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê li ser mijarê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin dewleta Tirk tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û dijbertiya xwe ya li doza kurdî ranewestandiye. Di daxuyaniyê de cezayê dîsîplînê yê li dijî Rêber Abdullah Ocalan hat şermezarkirin û wiha hat gotin: "Cezayê dîsîplînê xwe naspêre tu zamîneke hiqûqî yan jî qanûnî. Eger ev ceza ji rêgezên mafên mirovan ên Yekitiya Ewropayê hatibe girtin jî wê demê faşîzma dewleta Tirk îsbat dike ku îtîrafê bi Kurdan wekî gel û doza wan nake, lê belê dewleta Tirk bi siyasetên xwe yên înkarkirin û îmhayê ve girêdayî ye."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Rêber Abdullah Ocalan banga mafên gelê Kurd dike, her wiha banga mafên gelên cîhanê û Rojhilata Navîn dike, lê dewleta Tirk guh nade van bangan, berovajî vê yekê dijbertiya xwe ya li hember Rêber Ocalan zêdetir kiriye.

Di dewama daxuyaniyê de behsa Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hate kirin û hate diyarkirin ku komplo ji kêliya revandina Rêber Abdullah Ocalan li Nairobi ya Kenyayê heta ragirtina wî li hucreya yekkesî ya li Girtîgeha Îmraliyê ve tevahî qanûnên navneteweyî binpê kir û wiha hat domandin: "Ev yek delîlê herî berbiçav ê faşîzma dewleta Tirk û djibertiya wê ya li gelên hezkiriyên aştî û îstiqrarê ye. Dewleta Tirk li vir bes nedît, lê zextên xwe zêdetir kir. Ji sala 2015'an heta 2018'an ve Rêbertî bi temamî ji cîhana derve qut kir, hevdîtinên malbat û parêzeran qedexe kir, cezayê dîsîplînê ferz dike û didomîne. Ev ceza bi 3 mehan dest pê kir û 6 mehên din hat dirêjkirin. Armanc ji vê cezayê îradeya gelê Kurd û ya Rêber Abdullah bişkîne. Rêber Ocalan bi berxwedana xwe ya dîrokî ya a li hemberî van siyasetên hovane, bûye sembola mirovhî, aştî, hezkirin, wekhevî, edalet û demokrasiyê."

Însiyatîfa Sûriyeyê ya Rêber Abdullah Ocalan wiha domand: "Hilbijartinên parlamento û serokkomariyê yên ku 14 û 28'ê vê Gulanê li Tirkiyeyê hatin lidarxistin, zihniyeta faşîzim a Erdogan û dovikên wê yên hikumeta Bahcelî nîşan dide. Ev zihniyet li ser esasê înkarkirina doza kurdî ye. Bahcelî di xîtaba xwe de Kurd wekî cudexwaz û terorist wisif kir û mafên rewa yên Kurdan paşguh kir. Ev zihniyet nîşan dide ku ev hikumet di dîtina çareseriyên guncaw ji pirsgirêkan û aloziyên dewleta Tirk de, di serî de pirsgirêka statejîk a kurdî de an doza mafên mirovan û demokrasiyê bêçare ye. Bi vê zihniyetê dê nakokiyên li Tirkiyeyê zêdetir bike û wê ber bi hilweşînê ve bibe."

Her wiha hat bibîrxistin ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo pêkanîna demokrasî, edalet û wekheviyê li gelemperiya Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê bi taybet ji girtîgeha Îmraliyê peyman şandin, lê dewleta Tirk a bi serokatiya Erdogan û desthilata wê bi zihniyeta xwe ya reş nehiştin ku ev yek pêk werin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Baweriya gelê Kurd, tevahî beşan û taîfeyan bi berxwedana lehengane ya Rêbertî ya di hucreya xwe ya yekkesî de xurt e. Gel soza têkoşîn û berxwedanê ta tunekirina zihniyeta  faşîst dijberî biratiya gelan, demokrasî, têkoşîna şikenandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û mîsogerkirina azadiya wî ya fîzîkî nû dike."

(bb)

ANHA