Di navbera Tirkiye û Îmaratê de peymanek bi 40 milyar dolarî

Piştî 3 rojan ji serkeftina Recep Tayyîp Erdogan di hilbijartinên serokkomariya Tirkiyeyê de, Îmaratê peymana hevkariyê ya bi dewleta Tirk re erê kir.

Di navbera Tirkiye û Îmaratê de peymanek bi 40 milyar dolarî
1 hezîran, 2023   09:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh dewleta Tirk û Îmaratê peymaneke hevkariyê îmze kir. Armanca peymanê ew e ku bazirganiya dualî xurt bikin û di 5 salan de dê bazirganiya di navhera her du dewletan de bigihêje asta 40 milyar dolarî.

Wezîrê bazirganiya derve yê Îmaratê Sanî El Ziyûdî li ser hesabê xwe yê Twitterê got: "Ev girêbest serdemeke nû ya hevkariya dostaniya demdirêj e. Dê ev girêbest di 5 salan de bazirganiya di navbera her du welatan de bike 40 milyar dolar."

Îmzekirina peymanê çend roj piştî serkeftina Recep Tayyîp Erdogan di hilbijartinên serokkomariya Tirkiyeyê de, pêk tê.

Erdogan û hempîşeyê wî yê îmaratî Mihemed Bîn Zayid El Nehyan di Adarê de ev peyman îmze kiribû.

Krîza aborî ya li Tirkiyeyê piştî hilbijartinên dawîn girantir bûye û nirxê lîreyê Tirk dadikeve.

(fr/c)