Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sala perwerdeyê qediya

Sala perwerdeyê ya 2022/2023`yan ji bilî li Herêma Şehba û taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, li herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bû.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sala perwerdeyê qediya
1 hezîran, 2023   09:05
QAMIŞLO

Li herêmên Cizîrê, Firat, Reqa, Tebqa, Dêrazorê û Minbicê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dibistanên seretayî, navîn û amadehî sala perwerdeyê îro bi dawî bû. 

Li herêma Şehba û her du taxên li Helebê ji ber şert û mercan bidawîkirina sala perwerdeyê dirêj bûye. Li van herêman tenê qonaxa seretayî bidawî bûye, dibistanên navîn û amadehî jî piştî ezmûnên dawiyê sala perwerdeyê bidawî bikin.

Li Şehbayê ji ber dorpêça hikumeta Şamê û nebûna sotemeniyê 2 caran navbera perwerdeyê hatibû dayîn. Ji ber sotemenî tune bû, seyareyên ku xwendekaran dibin dibistan kar nekiribûn, her wiha li dibistana sobe pê neketin, lewma ji 4`ê Kanûna 2022`an heta 2`ê Çileya 2023`an li dibistanan navbera perwerdeyê hatibû dayîn. Ji ber rûdana erdheja meha Sibatê de jî di navbera 6 û 26`ê Sibatê de navber hatibû dayîn.

Li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê jî ji 6`ê Sibatê heta 5`ê Adarê ji ber erdhejê perwerde nehat dîtin. Li Şehba, Şêx Meqsûd û Eşerfiyê dibistan dê di meha Hezêranê de dawî li perwerdeyê bînin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sala perwerdeyê ya 2022/2023`yan di 11`ê Îlonê de destpê kiribû. Li 4 hezar û 26 dibistanan zêdetirî 866 hezar û 483 xwendekarên qonaxa seratayî, navîn û amadehî perwerde dît.

Di sala perwerdeyê ya 2022/2023`yan de Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 27`ê Tebaxa 2022`an bi biryarnameyekê biryara wekhevkirina cil û bergên dibistanan ji bo qonaxa seretayî, navîn û amadehî dabû.

(sb)

ANHA