Li Amûdê bîranîna 25 şehîdan

Meclisa Malbatên Şehîdan û xelkê navçeya Amûdê 25 şehîdên di dem û cihên cuda de şehîd bûbûn, bi bîr anîn û diyar kirin ku ew ê li hember êriş û planên li dijî gelê herêmê têkoşînê bdomînin û yekitiya xwe xurttir bikin.

Li Amûdê bîranîna 25 şehîdan
Li Amûdê bîranîna 25 şehîdan
Li Amûdê bîranîna 25 şehîdan
Li Amûdê bîranîna 25 şehîdan
Li Amûdê bîranîna 25 şehîdan
Li Amûdê bîranîna 25 şehîdan
Li Amûdê bîranîna 25 şehîdan
Li Amûdê bîranîna 25 şehîdan
31 gulan, 2023   12:25
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamişloyê, 25 şehîdên HPG, YPG/YPJ′ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku di dem û cihên cuda yên di meha Gulanê de şehîd bûbûn, li Goristana Şehîd Îsmaîl a Amûdê bi bîr anîn.

Di merasîma bibîranînê de malbatên şehîdan,  xelkê navçeyê û gundewarên wê, endamên saziyên civaka sivîl, PYD, Kongra Star û nûnerên saziyên leşkerî beşdar bûn.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Zîwer Silêman axivî û bal kişand ser nirxên şehadetê û şehîdan, fedekarî û rola wan di parastina ewlehî û îstîqrara Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de.

Silêman got: "Pênasekirina şehîdan û têkoşîna wan bi gotinan nayê îfadekirin. Divê em li ser şopa wan bimeşin û destkeftiyên wan bi rêya biratiya gelan ku Rêber Abdullah Ocalan ji gelên Mezopotamya û Rojhilata Navîn re pêşkêş kiriye, biparêzin."

Zîwer Silêman soz da hemû beşdaran ku ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û azadiya gelê herêmê têkoşînê bilind bikin.

Piştî axaftinê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Arîn Xelef wesîqeyên 25 şehîdan xwendin.

Merasîm bi diruşmên mîna “Şehîd Namirinî” û tilîliyên dayikan bi dawî bû.

(fr/c)

ANHA