​​​​​​​Artêşa Sûdanê beşdariya xwe ya li dan û standinan taloq kir

2 roj piştî dirêjkirina agirbestê heta 5 rojên din, artêşa Sûdanê beşdariya xwe ya di dan û standinên li Cedayê de taloq kir.

​​​​​​​Artêşa Sûdanê beşdariya xwe ya li dan û standinan taloq kir
31 gulan, 2023   10:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Reutersê ji çavkaniyên dîplomatîk ên Sûdanê ragihand ku artêşa Sûdanê beşdarbûna xwe di dan û standinên li bajarê Cedayê yê Erebistana Siûdî yên têkildarî agirbestê û gihandna alîkariyên mirovî de, taloq kiriye.

Ev yek piştî 2 rojan ji dirêjkirina agirbestê heta 5 rojên din, pêk tê. Agirbesta yekemîn di 20`ê Gulanê de dest pê kiribû û 7 rojan dewam kiribû.

(c)